Kombûna Jinan a Zenûbiya: Newroz rizgariya ji bindestiyê ye 2024-03-16 16:06:06       NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Jinan a Zenûbiya, Newroz li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dayik û hevjînên şehîdan û gelê Kurd pîroz kir û destnîşan kir ku Newroz dê her sembola têkoşîna li dijî zilm û qirkirinê be.   Di daxuyaniyê de “cejna azadî, hevgirtin, biratî û têkoşînê” Newroz li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, dayik û hevjînên şehîdan û li tevahî gelê Kurd hat pîrozkirin.   Di daxuyaniyê de ji bo gelê Sûriyeyê jiyaneke birûmet û aram di bin siya pergaleke demokratîk, nenavendî û pirreng bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û parastina mafên pêkhateyan, hat hêvîkirin.   Her wiha, di daxuyaniyê de hat destnîşankirin “Cejna gelê Arî Newroz her tim ê sembola bihar, şahî, têkoşîn, biratî û rizgariya ji bindestiyê bimîne”.   Di dawiya daxuyaniyê de tevger û rêxistinên jinan, hêzên leşkerî û ewlekarî, Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, têkoşerên li dijî zordestî û pergalên dîktator ên seranserî cîhanê û tevahî azadîxwaz hatin silavkirin.