Cangoriyên komkujiya Helebceyê bi merasîmeke girseyî hatin bibîranîn 2024-03-16 14:57:04       NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegera komkumujiya Helebceyê kesûkarên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, partî û aliyên siyasî û rêxistinan, cangoriyên komkujiya Helebceyê bi merasîmek bi bîr anîn.   36 sal di ser komkujiya Helebceyê re derbas bû lê heta niha jî birînên şêniyên Helebceyê nehatine kewandin. Îro li Helebceyê li ser gorên xwe pakrewanên Helebceyê, bi merasîmek hatin bibîranîn û piştî peyamên ku hatin dayîn kesûkaran kesên jiyana xwe ji dest dabûn, partî, alî û rêxistinan gulan danîn ser gorên şehîdan.    Merasîma bîranîna komkujiya Helebceyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevahî şehîdan dest pê kir. Piştre peyamên parêzgarê Helebceyê û Komeleya Qurbaniyan hatin xwendin. Di saet 11:35’an de hemûyan bi hev re bi deqeyek bêdeng ji bo şehîdên komkujiya Helebceyê rêz girtin.   Di merasîmê de jin û kesûkarên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, wêneyên xizmên xwe bilind kirin. Merasîma ku piştî nîvroyê jî berdewam kir dê bi serdana goristana şehîdên Helebceyê bi dawî bibe.