Ji bo tevlibûna Newroza Wanê bang 2024-03-15 16:53:36       WAN - Di bangawaziya ku bi namzetên hevşaredar re ji bo Newroza ku dê li quntarê Keleha Wanê bê pîrozkirin de wiha hat gotin, "Em bang li jin û ciwanan dikin ku ji bo jiyana demokratîk em bi hev re agirê Newrozê pêxin."   Namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo Newroza ku wê 17’ê Adarê li Wanê bê pîrozkirin, bi belavokên ku li navenda bajêr belav kirin banga tevlîbûna gel hat kirin. Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin Neslîhan Şedal û endamên partiyê li kolanên qelebalix ên bajêr belavok belav kirin.   Çalakiya ku li navçe û taxên girêdayî wê dewam kir, ji aliyê gel ve rastî eleqeyeke mezin hat.   Artemêt   Ji bo Newroza ku wê di 17'ê Adarê de li Wanê bê pîrozkirin, namzeta Hevşaredariyê ya Artemêtê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) Rabîa Başak Koç, Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar û Hevseroka DEM Partiyê  Gulşen Kurt û rêxistina navçeya Artemêtê ya DEM Partiyê li gel serdana esnafan, bi belavkirina belavokan li kolanan banga tevlîbûna Newrozê kirin.