Nobeda Edaletê: Divê em ji girtîgehan re bibin ronahî 2024-03-15 14:45:49     AMED - Nobeda Edaletê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd a bi riya demokartîk hat destpêkirin di roja 102'yan de dewam kir.   Li Amedê di pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî  û Hukumxaran (TUHAY -DER) ji aliyê malbatên girtiyan ve bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî Nobaeda Edaletê ya ku hatibû destpêkirin li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di roja 102'yan de dewam dike. Îro jî gelek kes çûn serdana çalakiyê.   Di çalakiya îro de yek ji xizma girtiyan Încî Guler axivî û got, "Îro tecrîda li ser Birêz Oclan li teahiya girtîgehan belavbûye. Em ji bo gitiyên nexweş li ber xwe didin, ji bo girtiyên ku înfaza wan hatiye betalkirin têkoşînê didin. Bila bên gel me û bibin deng. Ez bang li hemû partiyan dikim. Çawa ku amadekariya hilbijartinê dikin bila me jî bibînin, bila rondikên çavên me bibînin. Divê em ji girtîgehan re bibin ronahî û hêvî."   Çalakî bi dirûşmên, "Bijî berxwedana zindanan" û "Hak Hiqûq edalet" bi dawî bû.