Îfadeyên dozgeriyê yên jinên di bin çavan de dest pê kir 2024-03-15 14:38:25       STENBOL - Îfadeyên 10 jinên ev çar roj in di bin çavan de ne û anîn Edliyeya Stenbolê dest pê kir.    Di 12'ê Adarê de li Stenbolê polîsan bi ser gelek navnîşanan de girtin û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, jinên Atolyeya Jineolojiyê tê de 10 jin hatibûn binçavkirin.    Aktivistên TJA'yê Nurcan Tayboga, Nesibe Akyol û Remziye Bozkurt, Ji Atolyeya Jineolojiyê Ebru Karaaslan û Nûjîn Kiliç, endamên Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, Nazmiye Ulker û Didem Nur Acabey û Rengin Kilinç di nav de hinceta binçavkirina jinan nehat hînbûn û ew biribûn Fermandariya Cendermeyan a Bajêr a Maslakê. Biryara nepeniyê ji bo dosyayê hatibû dayin û biryara qedexeya hevdîtina a 24 saeta a bi parêzeran re hatibû dayin.    Îfadeya 10 jinên di bin çavan de li Fermandariya Cendermeyan a Bajêr a Maslakê hat girtin û piştre ew anîn Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê. Îfadeya jinan a li dozgeriyê didome. Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Jinan a HDK'ê û rêveberên MATUHAYDER'ê ji bo piştevaniyê hatin edliyeyê.