Nobeta Edaletê: Em bi kincên xwe yên kurdî herin Newrozê! 2024-03-15 13:59:10     WAN - Jinên tevli Nobeta Edaletê bûn ji bo Newroza wê li quntarên Kelê ya Wanê bê pîrozkirin peyama:"Em bi kincên xwe yên kurdî, ji bo xatirê Birêz Ocalan tevli Newrozê bibin û dengê xwe bilind bikin."   Nobeta Edaletê ya bi pêşeniya TUHAY-DER'ê di çarçoveya kampanyaya "Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a ji bo meseleya kurd" hatibû destpêkirin li Wanê di roja 99'an de dewam dike. Rêxistinên DEM Partî yên Qelqeliyê û Rêya Armûşê tevli nobeta li avahiya DBP'ê dewam dike, bûn. Her wiha welatiyên Taxa Yaliyê jî çûn serdana nobetê.    Ji xizmên girtiyan Sevat Beyhan da zanîn ew tu xeberê ji Abdullah Ocalan nagirin û got zarokên wan li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê didomînin. Sevat da zanîn Barzanî amadekariya şer a li dijî zarokên wan dike û got wê heta ku derê di şer de bê israrkirin.    Sevatê got:"Em bi kincên xwe yên kurdî, ji bo xatirê Birêz Ocalan tevli Newrozê bibin û dengê xwe bilind bikin."   Ji jinên çûn ser çalakiyê, Derya Kaya jî da zanîn heta ev şer dewam bike wê hizûr ji tu kesî re nemîne û got:"Werin em bi hev re li dijî vî şerî bisekinin."