Beyana 636 femînîstan: Gultan Kişanak namzeta me ye jî 2024-03-15 13:46:14       ENQERE - 636 femînîstên ji bo namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak daxuyanî dan wiha gotin:"Em wekî feministên ku têkoşîna rizgariya jinan bi tevgera jinên kurd re didin dibêjin ku Gultan Kişanak a ku pereçeyeke ji vê têkoşînê ye, namzeta me ye jî."   Femînîstan ji bo namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), Gultan Kişanak li Buroya Hilbijartinê ya Jinan a li Kuçeya Konurê civîna çapemeniyê li dar xist. Femînîstan piştî daxuyaniyê nameya Gultanê xwendin. Jinan piştî daxuyaniyê dirûşmên "Jin jiyan azadî","Em hebûn, em hene, em ê hebin" berz kirin.    Rêhevaltiya têkoşîna rizgarkirina jinan    Li ser navê îmzekaran femînîsta serbixwe Fatma Nevin Vargun, daxuyanî xwend. Fatmayê da zanîn Gultan Kişanak namzeta wan e jî û wiha got:"Çimkî em bi Gultanê re bi salan e rêhevaltiya têkoşîna rizgarkirina jinan dikin. Di dema parlamenteriya wê de em bûn şahid ku ew li TBMM'yê bûye dengê têkoşîna ked, demokrasî û aştiyê. Gultanê hem ji bo rêveberiyên herêmî xurt bibin hem jî ji bo polîtîkayên wekheviya zayendî têkeve meriyetê li berxwe da."   Em ji bo aştiyê bi dest bixin têkoşînê didin   Em jinên feminîst siyaset cudakarî û dijminantiyê red dikin, ji bo ku aştiya civakî avabikin têdikoşin. Ew ji bo palndanka xwe têkoşînê didin lê em ji bo azadiya jinê û aştiyê bi dest bixin têkoşînêdin. Ew ji bo ku jinê ji hemû qadên jiyanê û siyasetê dûr bixin hewl didin, em dibêjin em jin in, li vir in û em ê li vir bin.   Bijî têkoşîna azadiya jinan   Bila zîhniyeta mêr li pey hesabên xwe yên biçûk bimîne, em jin jî ji bo siberoja xwe têbikoşin. Em têkoşîna jinê û piştevaniya jinê mezin bikin û bi ser kevin. Îro û sibe, di hilbijatinê de û piştî hilbijartinê; em ê bi hev re têkoşînê bidin û bi hev re bi ser kevin. Bijî piştevaniya feminîst, bi jî têkoşîna azadiya jinê! Jin jiyan azadî."