Komkujiya Helebceyê li Mexmûrê hat şermezarkirin 2024-03-15 13:29:00       NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Wargeha Mexmûrê di 36’emîn salvegera komkujiya Helebceyê de, cangoriyên Helebceyê bi bîr anîn û gotin; “Bi komkujiyan wê nekarin gelê Kurd tune bikin.”   Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekî cangoriyên 36’emîn salvegera komkujiya Helebceyê bi bîr anîn. Daxuyanî bi kombûna dehan xebatkar û xelkê wargehê, bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.   Piştî rêzgirtinê Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Nûdem Yaman axivî û di serî de tevahî cangoriyên Helebceyê hatin bîranîn û wiha got: “Di sala 1988’an de ji aliyê Seddam Hisên ve komkujiyek namerdane û bê exlaqî li ser gelê Kurd çêbû. Di encamê de bi hezaran xelkê me yê Helebce hatin kîmyabarankirin. Zarokên di landikande hatin qetilkirin û dayikên ducanî hatin kuştin.   Em wek xelkê Mexmûrê vê hovîtiyê şermezar dikin. Li ser vê komkujiyê re 36 sal derbas bûn, lê dîsa jî êşa wê bi dawî nebûye. Di dîrokê de gelek komkujiyên bi vê şêwazê li ser Kurdan çêbûne. Li Qamişlo, Roboskî û her wiha ti parçe nemane ku komkujî lê nehatine pêkanîn. Em wek gelê Kurd, gelekî bi rûmet û girîng in, lewma êrişî me dikin û dixwazin me tune bikin. Lê wê ti caran bi komkujiyan nekarin me tune bikin.   Tevahî cîhan di vê hêlê de ker û lal e ji bo me. Em wek xelkê Mexmûrê van komkujiyan şermezar dikin û tevahî cangoriyan bi bîr tînin. Em ê hertim li hember van kiryaran xwedî rol û mîsyon bin û dengê xwe derbixin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Şehîd Nemirin’ û ‘Bijî Rêber Apo’ bi dawî bû.