'Xebatên me wê ji gel qut û serbixwe nebin' 2024-03-15 09:12:25     BEDLÎS - Namzeta hevşaredariya Xelatê ya DEM Partiyê Zelal Yilmaz wiha got: “Xebatên me wê ji gel qut û serbixwe nebin. Divê gelê Xelatê me tercîh bike. Ji ber em paradigmaya azadixwaz a jinê, ekolojîk û demokratîk esas digirin.”   Ji hilbijartinên herêmî re demek kurt ma û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe bê navber dimeşîne. Li Xelat a Bedlîsê jî xebat didomin. Xelat bi salan e ji aliyê AKP’ê ve tê  birêvebirin û di van hilbijartinan de 6 partiyan namzet nîşan da. Namzeta hevşaredariyê ya Xelatê ya DEM Partiyê Zelal Yilmaz der barê projeyên xwe de axivî û got: “Feraseta me ya şaredariyê ya jinan dibîne heye. Divê gelê Xelatê me tercîh bike."   Zelal di 1996’an de li Panos a Agiriyê hatiye dinê, dibistana seretayî, navîn û amadehiyê li Panosê xwendiye. Li Dêrsîmê Beşa Endezyariya Elektrîk û Elektronîkê xwendiye. Di hevserokatiya DBP’a Agiriyê de cih digire. Niha ji DEM Partiyê namzeta Xelatê ye.  Zelala di temenê biçûk de têkoşîna nasnameya Kurd nas dike wiha got: “Em jin li her qada jiyanê bi newekheviyê re tên rû hev. Bi taybet ewil ji malbatê destpê dike. Zarokên keç bi newekheviyê re tên rû hev. Têkoşîna me ji malbatê detspê dike.”   ‘Têkoşîna jinê’     Zelal nirxandina xwe wiha didomîne: “Her qada jiyanê qada têkoşînê ye. Li Xelatê newekheviyek mezin heye. Ji bo vê ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Ferasteke serdest a ku gelan tune dihesibîne heye. Li Xelatê Kurd, Tirk, Tirkên Ahiska hene. Lê di navbera gelan de newekheviyek mezin dikin. Bi taybet cihê jinê di tu qada civakê de tune ye. Em li taxan xebatan dimeşînin. Em mal bi mal digerin. Gel eleqeyek mezin nîşanê me dide. Bi taybet jî jin. Heta ji destê min tê ez bi jinan re têm gel hev. Nîvê Xelatê zêdetir Kurd in. Lê rêveberiya herêmî ya AKP’ê polîtîka Tirkbûnê dimeşîne. Dixwaze projeya Tirkbûnê bike jiyanê. Tirkên Ahiska li vir bicih kirine û dixwazin bikin navçeya Tirk.”   ‘AKP polîtîkayên ji civakîbûnê dûr dişopîne’   Zelalê daxuyakirin ku rêveberiya AKP’ê li Xelatê ji Kurdan re xizmetê nake û got: “Di qursên perwerdeyê de yek jinek Kurd nayê dîtin. Ji ser Îşkurê tenê alîkarên xwe digirin. Yek jinek Kurd tê de tune. AKP cudakariyê dike. Ji civakîbûnê dûr, polîtîkayên şexsî dimeşînin. Ev 30 sal in AKP Xelatê bi rê ve dibe.  Divê li Xelatê zîhniyet biguhere. Ji civakê re tu razemenî nehatiye kirin. Divê gel vê qebûl neke. Divê tercîha xwe baş bikin. Dema hevserokatî tê gotin ne tenê jin, hem mêr hem jin tê hişê mirovan. Pergala hevserokatiyê ji bo nûneriya wekhev e. Em vê bi gel didin naskirin.”     ‘Em ê cudakariyê nekin’   Zelalê da zanîn ew ê cudakariyê nekin û wiha dawî lê anî: “DEM Partî di xeteke demokratîk, zelal û hesab dide gel de dimeşe. Em ê tu carê cudakariyê li Xelatê nekin. Dema em xizmetê ji gel re bibin em ê nebêjin ev taxa Kurdan ev taxa Tirkan e. Dema em tiştekî bikin em ê ji bo hemû jinan bikin. DEM Partî partiya gelan û jinan e. Paradîgmayeke zelal esas digire. Divê gelê Xelatê bi me bawer bike û me tercîh bike.”