Namzeta ciwan a Qulpê: Em ê di hilbijartinê de bersiva îktîdarê bidin 2024-03-15 09:06:34     Rojda Aydin     ÎDIR - Namzeta hevşaredara Qulpê Kader Yîgîtalp a ku dibêje, li dijî bê edaletiyê û bêhiqûqiyê bûye namzet, da zanîn ku li dijî tune hesibandina jinê ya desthilatdariyê ew ê di hilbijartinê de bersiva xwe bidin.   Navçeya Qulp a Îdirê ku xwedî cihekî çandî ye, ji gelek beşan mirovan di nav xwe de dihewîne. Li navçeyê ku Çiyayê Tekeltî û Girên Heftreng pêk tên, di heman demê de navçeyê Şikefta Qulpê ku heye gelek nav û deng e. Navçeya ku ji ber ev taybetmendiyê xwe xwedî ciyek tûrstîk e, di heman demê de ji ber axa bi bereket di aliyê cotkariyê de başe. Lê belê ji ber pirsgirêkên avê û polîtîqayên desthilatdariyê çandinî vê derê jî gelek kêm bûye.   Navçeya ku xwedî cihek kozmopolîtîk e, di hilbijartinên 2014’an de Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bi sedî 51,6 ve 2 hezar 320 deng ve şaredariyê bi dest xist. AKP’ê jî bi sedî 38,3 ve 1 hezar 721 deng girtibû. Di sala 2016’an de qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin. Di hilbijartinên 2019’an de jî AKP’ê şaredariyê girt. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HDP), bi heman kevneşopiyê di 31’ê Adarê de li navçeya Qulpê bi Kader Yîgîtalp û Îsmet Îlkûtlu ve biçe ser sindoqan.   Ji namzetan Kader Yîgîtalp ve li ser rewşa navçeyê û xebatên ku bikin axivîn.   Li dijî bê edaletiyê bûye namzet   Kader a ku di sala 1998’an de li Qulpê hatiye dinê û mezin bûye, zanîngehê li navçeya Mîdyat  a Mêrdînê beşa Pêşxistina Zarokan xwendiye. Ji ber pandemiyê salekê jî li navçeya Kopê ya Mûşê xwendiye. Kader tîne ziman ku ew cara ewile ku di siyasetê de cih girtiye. Kader dibêje, “Di temenê biçûk de ji ber nasnameya kurdewariyê bi nijadperestiyê û bê edaletiyê re rû bi rû maye. Di perwerdehiya dibistanê de jî ev yek berdewam kir. Di zanîngehê de mirov hin tiştan baştir dibîne. Ji ber vê yekê min got li dijî vê bê edaletiyê pêwîste bêjin êdî bes e. Ji ber vê jî ez li navçeya ku jê dayik bûm bûm namzet.”   ‘Ez bi DEM’ê re berdewam dikim’   Kader, ji pirsa “Çima hûn di DEM Partiyê de bûn namzet” re bersiva, “DEM Partî ji ber ku zimanê min ê zikmakî diparêze. DEM Partî ez im, min temsîl dike. Bi salane em bêhiqûqiyê re rû bi rû dimînin. Mafên me ji destên me tên girtin. Em îro nikarin bi zimanê dayika xwe bixwînin û binivîsin. Li dijî vê yekê min jî partiya xwe bijart. Ez bi DEM’ê ve berdewam dikim.”   AKP avcê difroşe, navçe bêav e   Kader, bi bîr xist ku di hilbijartinên 2014’an de BDP’ê şaredariyê bi dest xistiye, lê piştre vîna gel hatiye xespkirin û qeyûm hatiye tayînkirin. Kader, da xuyakirin ku ji wê demê vir ve qeyûm tu tiştî nekiriye û got di hilbijartinên 2019’an de jî AKP’ê şaredariyê girt. Kader, bi lêv kir ku ji 2014’an vir ve ji bo Qulpê tu tiştek nehatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêka avê, rêyên xirap, ji bo jinan cihên kar û ji bo ciwanan gelek zêde hene û hîn tu tiştekî nehatiye kirin. Pirsgirêka herî bingehîn jî pirsgirêka avê ye. Ligel ku em pirsgirêka avê dijîn jî AKP ava me difroşe derve. Ji ber vê yekê ev pirsgirêk çareser nabe. Havînê ji gelek taxan re av naçe. 3 mehan bê av dimînin. Bi tankeran avê dibin didin welatiyan. Em nizanin ku ev av çixwasî hîjyenîke jî. Rewşa tendûristiya welatiyan di bin tehlûkê de ye. Ava me heye. Lê vê avê ji Îdirê û ji cihên dinê re difroşe. Qadên parkê ji bo zarokan tuneye. Hin cihan park hatin xirapkirin û me bihîst ku firotine. Ji bo jinan tu tişt nehatiye kirin. Rêyên me hemû xirabin. Dema ku baran dibare ji ber heriyê em nikarin bikevin hin taxên xwe.”   ‘Desthilatdar jinê tune dihesibîne’   Kader, diyar kir ku AKP bi rêvebiriya kabîleyê ve diçe û got ji bo xeynî xizmên xwe tu tiştekî nake. Kader, bal kişand li ser polîtîkayên desthilatdariyên ên li dijî jinê û wiha domand: “Jinê tune dihesibîne. Jinan her gavê paşve dihêle. Ev hewldanên desthilatdariyê jî tunekirina jinê ye. Ji be polîtîkayên desthilatdariyê jin bêzar bûne. Jin dibêjin ku em dixwazin li ser lingên xwe bisekinin. Em ji ber vê yekê li vê derê ne. Tişta ku AKP’ê nekarî bike em ê bikin.”  Kader, diyar kir ku li Qulp xwedî cihekî kozmopolîtîk e ku kurd, tirk û azeriyan di nav xwe de dihewîne û da xuyakirin ku bi van gelan re di nava yekîtiyê de dijiyan û got ku ev yekîtiyê xirapkirin e. Kader, bi lêv kir ku dema ew wek DEM Partî şaredariyê carekedin bi dest bixin wê bi hemû gelan ve di nava yekîtiyê de bijîn.   Projeyên xwe rêz kir   Kader, dirêjiya axaftina xwe de wiha behsa projeyên xwe kir: “Projeyên me yên gelek berfireh hene. Em ê ewilî qadên jiyanê yên ji bo jinan ava bikin. Qadên ku jin ji bo xwe dem veqetînin tuneye. Ji bo vê yekê em ê ewilî ji bo jinan qadan çêbikin. Em ê di her taxê de komîsyonên jinan ava bikin. Projeyên ku bên çêkirin ewilî bi jinan re bê parvekirin û piştre em ê bikin meriyetê. Kooperatîfên jinan em ê vebikin û kargehên me yên cur bi cur hebin. Di van kooperatîfan de dê hiberînên xwe bifiroşin û dê pê debara xwe bikin. Hemû malzemeyan em ê bidin, ew ê bi tenê çêbikin û dahatê ji bo debara xwe bikar bînin. Her wiha li Qulpê cihekî bi navê Girên Heftreng heye ku axa sor heye. Em ê bi vê hûnera çînîtiyê kargeh vebikin. Li vir dê jin hem hûnera destan hîn bibin û hem jî berhemên seramîk dê çêbikin. Dê van dîsa bifroşin û debara xwe pê bikin. Her wiha em ê qadên werzîşê ava bikin. Qadên werzîşê yên ku jin biçin tuneye. Armanca me ew e ku jiyanek hevpar û komînal ava bikin. Em ê kreşên bi zimanê dayikê ava bikin da ku jin zarokên xwe daynin. Qulp di aliyê çandiyê de gelek dewlemend e. Lê belê ev yek jî hatiye sekinandin. Li dijî vê yekê em dixwazin fabrîqaya şekir ava bikin. Ji bo ciwanan îstîhdamê bikin dê bikaribin bixebitin. Di heman demê de di hêla çandê de jî em ê gelek xebatan bikin û kargehan ava bikin. Tişta herî girîng yek jî perwerdehiya zimanê zikmakî ye û em ê ji bo vê jî qûrsan ava bikin. Eleqeyek mezin heye ji bo ziman.”     ‘Hêvî di çavên gel de heye’   Kader, da zanîn ku ji ber rêvebiriya qeyûm û AKP’ê gel gelek bêzar kiriye vê yekê di dema xebatên xwe de dibînin. Kader, diyar kir ku ji ber herdu namzetên DEM Partiyê ciwanin ev gel kêfxweş dike û wiha pê de çû: “Dema ku em diçin taxan bi coşek mezin û bi çepikan tên pêşwazîkirin. Hemû jî gelek bi hêvî ne. Vê hêviyê di çavên wan de dibînim. Dema ku em çavên wan dinêrin em jî vê hêviyê digirin. Em bi hêz in û em ê teqez bi ser kevin.”    Kader, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Kurdistanê jin tune tên hesibandin. Lê nizanin ku ew ji dayikekê hatine dinê. Di vê pêvajoya ku jin tê tunekirin de em dibêjin ku hêza jinê heye û em vê yekê didin nîşandan. Em dibêjin li vê derê ne. Tişta ku em bixwazin nekin tuneye. Em ê hemû astengiyên pêşiya axa hilweşînin. Ez bi taybetî bang li hemû jinan dikim ku em vê pergala serdest hilweşînin û biçin ser sindoqan. Bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ em li vê derê ne û em ê li vir bin.”