Hevşaredara ku qeyûm tayînê şûna wê bû ji nû ve namzet e 2024-03-15 09:03:06     Rozerîn Gultekîn   AMED - Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Pasûrê Fatma Ay ku piştî qeyûm tayînê şûna wê bû ht girtin lê tu carî dest ji têkoşînê berneda wiha got: “Em ji bo bihev re qezenc bikin hatin. Hedefa me ev e ku em dengan derxin du katî.”   Ji hilbijartinên herêmî re demek kurt ma li Tirkiye û Kurdistanê xebatên hilbijartinê didomin. Yek ji cihên xebatên hilbijartinê lê tê meşandin Pasûra Amedê ye. Di salên 2017 û 2019’an de qeyûm tayînê şaredariyan hatibûn kirin û niha gel ji bo îradeya xwe dayne holê rojan dijmêre. Beriya hilbijartina 31’ê Adarê di 6 mehan de 2 hezar û 270 hilbijêr ji derve anîn navçeyê. Ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Fatma Ay namzeta hevşardariyê ye. Di sala 2019’an de qeyûm tayînê şûna Fatmayê hatibû kirin. Fatmayê diyar kir ku ji bo projeyên xwe yên nîvco mane temam bike ji nûve bûye namzet.   Riya ku ji 9 salî de dest pê kiriye û heta hevşaredariyê çûye   Fatma li gundê Yayik a Pasûrê tê dinê. Fatma diyar dike ku 13 salî de bar dikin Amedê û wiha dibêje: “Di sala 92’an de Hîzbullahê li Farqînê bavê min qetil kir. Têkoşîna min wê demê destpê kir.DEM partî partiya jina ye û ez xwe aydê vir dibînim. Partî bû wesîleya ku ez xwe her tim pêş bixînim. Malbat û  derdorê nêrîn û kesayeta min teşe kir. Min di xebatên taxê de cih girt. Di Koperatîfa Jinan a Baglar de min serokatî û alîkariya serokatiyê kir. Di 2019’an de wek hevşaredara Pasûrê hatim hilbijartin. Di 2017’an de qeyûm hat tayînkirin. Qeyûm 32 trîlyon deyn hişt. Xizmet nekir. Me 5 mehan peywir kir. lê qeyûm hatin tayînkirin û em hatin girtin.Sê mehan girtî mam. Piştî derketim min xebatên xw emeşand.”   Ji bo Pasûrê proje   Fatmayê bi lêv kir ku li navçeyê hîna pirsgirêka avê tê jiyîn û wiha dirêjî daye: “8 sal e li navçeyê qeyûm heye û tu xizmet nebiriye gundan. Gel hîna ji bîran avê dikşînin. Zivistanê av qirêje, bia x e. havînê jî carna tê carna nayê. Ger şaredarî destê me de bûna me yê ji zûde pisgirêka avê çareser bikira. Projeyên me hebûn. Em ê van projeyên xwe bikin jiyanê. Em ê xizmetê bibin gundan. Em ê koperatîfa mandrayê ava bikin.Ji ber  betaliyê koçberî çêdikin. Ji bo çareseriyê em ê gavê bavêjin. Di 2016’an de qeyûm hta navenda jinan, ciwanan, îstîhdama jinê, kreşên zarokan dan qeymeqamtî û miftitiyê. Qadên ku jin û ciwan biçinê tuneye. Em dixazin van projeyan pêk bînin. Em dixwazin kreş û navendên çandê ve bikin.”   ‘Em ê bi hev re navçeya xwe qezenc bikin’   Fatmayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gel ji rêveberiya qeyûm bêzar bûye û wiha dawî lê anî: “Dewlet dengên kaçax tîne vir. Dixwazin bi dengên kaçax navçeya me bigirin. Qeyûman tayîn bikin jî em li virin, em ê bên hilbijartin. Me di 2019’an de bi 2 hezar zêdetir dengî qezenc kir. Em ê di 2024’an de vê derxin du katî.Gel bi biryare.Em xebatên xwe bi gel re pêk tînin. Em mal bi mal digerin. Ez bang li hemû jinan dikim. Bila li qada têkoşînê bin. Em ê bi hev re navçeya xwe qezenc bikin.”