ROJEVA 15'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-15 09:00:00     * Endama Akademiya Şehîd Jiyan a Mexmûrê Bêrîvan Îşlek, diyar kir ku Komkujiya Helebcê ya li hemberî kurdan ne ya yekem bû û ne jî bû ya dawiyê: "Di salên nêz de li Rojava, Şengal û li Bakur wek Cizîr û Sûrê jî komkujî pêk hatin lê cîhan çavên xwe ji wan komkujiyan re girt. Dijmin li ku dibe bila bibe li hemberî kurdan tim dibin yek. Divê kurd jî li hemberî komkujiyan bibin yek." BI DÎMEN    *Namzeta hevşaredara Qulpê Kader Yîgîtalp a ku dibêje, li dijî bê edaletiyê û bêhiqûqiyê bûye namzet, da zanîn ku li dijî tune hesibandina jinê ya desthilatdariyê ew ê di hilbijartinê de bersiva xwe bidin. BI DÎMEN    *"Hest ji ser deng, tehm, bîhn, dîtin û destdan, cîhana bi bandor a zindî ya em dijîne. Hemû hest û enerjî çalakiyeke ku pêk tê ye. Di hişmendiya vê de bûyî, watedarkirina hebûnê ye. Tu parçeyeke gerdunê, yekitiya made û enerjiye ya ku nayê rewşa fikr û ramanê tuneye." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   * Asya Dalmiş û Sedîka Erden ya ji Newrozên Cizîrê re şahidi kirine diyar kirin ku dema ji bo pîrobahiya Newrozê ji malên xwe derketine helîkopteran bombeyên gazê bi ser wan de barandine. Jinan diyar kir ku wêrekî û berxwedana Berîvanê ya bûye sembola Newroza Cizîrê hîna di bîra wan de ye.  DÎMEN HEYE   *Berîvan Canbey da zanîn ku bi coş û hêza ji 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê girtin berbi 21’ê Adarê ve diçin û wiha got: “Em ê bi rihê jinên Kurdistanî bimeşin Newrozê.” DÎMEN HEYE   *Welatiyên li Wargeha Serdemê yên li gel dorpêçkirin û astengiyên hukumeta Şamê li berxwe didin dan zanîn ji ber birîna avê ew gelekî zehmetiyan dikşînin û gotin:"Li gel dorpêça Hukumeta Şamê, UNICEF'ê av li ser me birî. Niha demsala havînê li ber derî ye. Dinya wê germ bibe. Hewcedariya gel bêhtir bi avê heye. Wê demê em ê çawa avê peyda bikin? Lê belê tevî êrîş, ambargo, birîna avê û tevahî astengiyan em bê vîn û îrade namînin. Em ê berxwedana xwe pêş bixin. " DÎMEN HEYE   *Namzeta hevşaredariyê ya Sêrtê Sofya Alagaş da zanîn ku li dijî qeyûmên ku ji bo jinan qad nehiştine bûye namzet û got saziyên jinan yên ku qeyûm girtine wê vebikin û ji jinan re qadan zêde bikin. DÎMEN HEYE   *Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Pasûrê Fatma Ay ku piştî qeyûm tayînê şûna wê bû ht girtin lê tu carî dest ji têkoşînê berneda wiha got: “Em ji bo bihev re qezenc bikin hatin. Hedefa me ev e ku em dengan derxin du katî.” DÎMEN HEYE   *Namzeta hevşaredariya Xelatê ya DEM Partiyê Zelal Yilmaz wiha got: “Xebatên me wê ji gel qut û serbixwe nebin. Divê gelê Xelatê me tercîh bike. Ji ber em paradigmaya azadixwaz a jinê, ekolojîk û demokratîk esas digirin.” DÎMEN HEYE   *Endama PM a DEM Partiyê parêzer Pîrozhan Karalî der barê qeydkirina hilbijêran a bêusul û projeya hilbijêrên bi tevger de axivî û got: “Li navend û navçeyên ferqa navberê kêm e hilbijêr hatine hatine qeydkirin. Di mijara hilbijêrên bi tevger de hedefa me 100 hezar e. Em ê li dijî her hilbijêrên bê maf dengê hilbijêrê rast pêk bînin.” DÎMEN HEYE