Dayikên Nobeta Edaletê: Divê cîhan me bibîne 2024-03-14 09:06:54     Melek Avci   MÊRDÎN - Dayikên Aştiyê yên li dijî tecrîdê tevli Nobeta Edaletê bûn wiha gotin: “Heta deriyên Îmraliyê venekin em ê dest ji nobetê bernedin.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 26 sale di bin tecrîda giran de ye 36 mehe tu agahî jê nayê girtin. Li girtîgehan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin û 100 roj li pey xwe hişt. Bi heman daxwazên xizmên girtiyan jî dest bi Nobeta Edeletê kirin.   Di Nobetên Edaletê de her roj bangên ji bo bidawîbûna tecrîdê tên kirin.   Yek daxwaz   Xizmên girtiyan, Emîne Koç, Ayşe Şaman û Şukriye Çetîn ya ji Nisêbînê hat û tevli nobetê bûn wiha got: “Em serokatiya xwe dixwazin, an jî em ji vir ranabin.”     ‘Bila ligel me bin’   Emîne Koç got girtî 106 roj zêdetirin di grevê de ne û wiha anî ziman: “Em ê jî li vir di nobetê de bin. Em tecrîdê qebûl nakin. Heta tecrîd ranebe em ê li vir bin. Tecrîd rabe wê girtî jî grevê bidawî bikin. Kes guh nade dengê girtiyan. Em ji bo edeletê li vir in. Em dixwazin tecrîd rabe û grev bidawî bin.”   ‘Divê cîhan me bibîne’   Emîneyê di dawiyê de destnîşan kir ku divê cîhan wan bibîne û got: “Em jî mirovin mafên me nasnameya me jî heye. Bila ligel me cih bigirin. Ne li gel zilmkaran. Bila çareseriyekê bibînin.”   Cîhan bêdeng e   Ayşe Şaman jî bi lêv kir ku yekane daxwaza wan serokatiye û wiha dawî lê anî: “Cîhan li dijî vê zilmê bêdenge. Em aştî û wekheviyê dixwazin. Em mafê xwe dixwazin. Bila serokatiya me azad be. Bila girtiyên nexweş bên berdan. Bila bên dermankirin.”   Dayika aştiyê Şukriye Çetîn jî balkişand ser tecrîdê û wiha daxuyand: “Heta çareseriyek pêk neyê em dest ji nobeta xwe bernadin. Heta ku bi serokatiya me re hevdîtin neyên kirin deriyên Îmraliyê neyên vekirin em ê nobetê bidomînin. Heta zarokên me di grevê de bin em ê di nobetê de bin. Em ê di riya zarokên xw ede bin. Em di riya zarokên xwe û serokatiya xwe de ne.”