‘Em ê li bajarê xwe, xwe bi rê ve bibin’ 2024-03-14 09:03:26     Neslîhan Kardaş    QERS - Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Qersê Arzu Savaş Derman beriya hilbijartinên 31’ê Adarê banga ‘werin em bi hev re qeyûman ji bajarê xwe bişînin’ li gelê Qersê kir.   Beriya hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê partiyên siyasî lez dan xebatê xwe.  Şaredariya Qersê ku dema berê HDP’ê girtibû di cotmeha 2020’an de qeyûm tayînî wê hat kirin. Namzeta hevşaredariyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  ya Qersê Arzu Derman der barê qeyûman û projeyên xwe de ji ajansa me re axivî.   Arzu di 1976’an de li gundê Başkoy ê Dîgorê hat dinê. Arzu di malbatek polîtîk de tê dinê û ji ber fikrên xwe her tim tê surgunikrin. Arzu piştî lîseyê diqedîne di xebatên ciwan û meclîsa jinan de cih digire. Arzu diyar dike ku li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê xwendiye û 4 meh mabûye mezun bibe ji ber xebatên ciwanan ji dibistanê hatiye avêtin.  Arzu piştî jiyana wê ya dibistanê diqede, li Qers û Agiriyê bi awayekî aktîf di siyasetê de cih digire. Arzu heman demê de du pirtûkên helbestan nivîsiye.   ‘Ez xwe di DEM Partiyê de dibînim’   Arzuyê diyar kir ku ji ber kevneşopiya siyasî ya jê tê di DEM Partiyê de cih digire û wiha dirêjî daye: “Nêzîkatiya DEM Partiyê ya li hember mirovan, rêgezên wê, nêrîna wê ya li hember jinan, jiyana ekolojîk, ji her aliyî kes xwe di DEM Partiyê de dibîne. Ji ber vê ez jî di DEM Partiyê de me û gelek kêfxweşim.”   ‘Gel bi feraseta şaredariya partiya me bawer e’   Arzuyê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Qers bajarekî ku çand, bawerî û zimanê cuda lê dijîn e. Mirovên vir ji çandên hev bi bandor dibin. Di navbera van mirovan de tu pirsgirêk tune ye, heta ku pergalê nekir pirsgirêk. Desthilatdariya yekparêz di navbera mirovan de pirsgsirêkan derdixe û bi taybet di van demên hilbijartinan de dertê holê. Hewl didin gelan ji hev bikin û bînin hember hev. Lê niha atmosfera li Qersê gelek xweş e. Gel bi feraseta şaredariya DEM Partiyê bawer e.”   ‘Zîhniyeta qeyûm dijminê jinê ye’   Arzuyê balkişand ser qeyûmên hatine tayînkirin û wiha anî ziman: “Piştî HDP’ê şaredarî girt gel pir kêfxweş bû. Lê piştre qeyûm hatin tayînkirin. Piştî îradeya gel hat girtin ji bo Qersê tu xebat nehat kirin. Zîhniyeta yekparêz hemû derfet ji bo alîgirên xwe  pêşkêş kir. Ev zîhniyet zîhniyeta dijminê jinê ye. Koperatîfa jinan ya ku hevşaredara me Şevîn Alaca ava kiribû projeya kafeya mor, navendên piştgiriya jinê, xeta tundiyê û gelek projeyên din hatin girtin.  Kolan hemû di nav çopê d ene. Tevî çavkaniyên avê pir in hîna pirsgirêka avê tê jiyîn.”   Ji bo jin, zarok û ciwanan proje   Arzuyê wiha dwî lê anî: “Em şaredariyê çawa bigirin em ê hemû saziyan nû bikin. Em ê ji bo ciwanan navendên ciwanan vebikin. Em ê meclîsên ciwanan vebikin. Em ê faliyetên çandî berfireh bikin, ji bo jin û ciwanan qadên civakî vebikin. Em ê qadê îstîhdamê biafirînin. Em ê qadên çand û hunerê, kreşên bi zimanê dyaikê, perwerda pir zimanî û malên çîrokan vebikin. Malê piştgiriya perwerdê, qadên sporê vebikin. Li dijî hişbirê têbikoşin. Ez bang li hmû gelê me dikim. Werin em di 31’ê ADarê de qeyûman bi hev re bişînin û bajarê xwe bi hev re bi rêve bibin. Em xwedî li îradeya xwe derkevin.”