Namzeta hevşaredariyiyê ya Bismilê: Em ê jiyanê bi hev re ava bikin 2024-03-14 09:02:31     AMED - Namzeta DEM Partiyê ya Bismilê Mizgîn Ekîn da zanîn ku xebatên xwe bi coş didomînin û der barê xebatên li navçeyan didomin de ji ajansa me re axivî.   Ji hilbijartinên herêmî re demek kurt ma. Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) di 2019’an de gelek şaredarî bidestxistin lê hema hema ji bo hemû şaredariyên HDP’ê qeyûm hatin tayînkirin. Yek ji van şaredariyan jî ya Bismil a Amedê bû. Li Bismilê HDP’ê ji sedî 71.34 den girt. Gelê Bismilê niha bi namzeta  DEM Partiyê Mizgîn Ekîn di riya xwe de berdewam dike. Mizgînê der barê xdebatan de, bertekên gel de û pêvajoya namzetiya xwe de ji ajansa me re axivî.   Mizgîn ku sibehê zû radibe mal bi mal gund bi gund digire û bi gel re sohbetê dike ji bo dema nû agahiyan dide gel. Mizgîn bi esnaf û jinên di rê de dibîne re sohbetê dike. Mizgîn ji bi pirsa me ya Çima DEM Partî’ wiha dibêje: “DEM Partî paradîgma azadiya jinê esas digire, xîtabê hemû aliyan dike, hevjiyana azad diparêze, bi gelê xwe re ye.”   ‘Ligel jinan cih girtin girîng e’     Mizigînê li gundê Hola yê Bismilê hatiye dinê û malbata wê welatparêz e. Lîseyê li Amedê dixwîne, zanîngehê li Stenbolê dixwîne. Mizgîn ku piştî vedigere Amedê 4 salan di klînîka xwe de dixebite. Mizgîn pêvajoya tevlibûna xebatên jinan jî wiha vedibêje: “Ligel jinan girtin gelek girînge. Ji ber vê min biryar da ku ez di navenda vê de cih bigirim.”   ‘Bi pêşengiya paradîgma jinan hevserokatî’   Mizgînê daxuyakirin ku li dijî polîtîkayên asîmîlasyon, şerê taybet yê li ser jin û ciwanan bûye namzet û wiha vegot: “Li dijî van polîtîkayan min xwest di şaredariyê de di pêvajoya avabûna ji nûve de cih bigirim. Li dijî zîhniyeta yekparêz paradîgma azadiya jinê û pergal ahevserokatiyê wê jiyana ekolojîk û demokratîk ava bike. Em ê bi hev re ava bikin.”   Ji bo Bismil proje    Mizgînê projeyên xwe yên ji bo Bismilê jî wiha anîn ziman: “Ji bo jin, ciwan û zarokên proeyên me yên xurt hene. Li Bismil bikaranîna hişbirê zêde bûye. Ji bo em ciwanên xwe ji nûve qezenc bikin wê xebatên me yên atolyeyan hebin. Wê bernameyên me yên wêne, muzîk, folklor û xwendina pirtûkan hebin. Zarokên me pêşeroja me ne. Ji ber vê zimanê dayikê gelek girînge. Ji bo zimanê dayikê em ê xebatan bimeşînin. Em ê navaendên şêwtirmendiya jinan vebikin.Em ê atolyeyan ve bikin. Em ê her wiha hewcedariyên gel li ber çavan bigirin û projeyan bikin jiyanê.”