Li Silopiyayê ji bo zarokan parqek hat vekirin 2024-03-13 16:18:31     ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê ji bo zarokan “Parqa Zarokên Azad” vekir.    Şaredariya Silopiyayê ya HDP’î ji bo zarokan parqeke nû çêkir. Parq li Taxa Başakê hate çêkirin û navê “Parqa Zarokên Azad” lê hate kirin. Ji bo vekirina parqê merasîm hat lidarxistin û hevşaredar Adalet Fîdan û Sıleyman Şavluk jî tev li bûn.   Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Silopiyayê Jiyan Ormanli û Rênas Onuk jî tev li merasîma vekirina parqê bûn.