'Em ê ji bo çareseriya pirsgirêkan bên' 2024-03-12 15:49:50     ÊLIH - Li Êlihê namzedên hevşaredartiyê yên DEM Partiyê serdana kedkarên tekstîlê kirin. Ji welatiyên ku di serdanê de axivîn, ji namzedan  bajarekî ku ji qeyûman paqiş bûye, adîl û demokratîk xwest. Namzedan jî got, "Em ê ji bo çareseriya pirsgirêkan bên."     Xebatên hilbijartin rêveberiyên herêmî yên 31'ê Adarê yên DEM Partiyê bi hemû leza xwe dewam dikin. Di çarçoveya kar û xebatên tên kirin de Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, û namzeda hevşaredariyê ya Êlihê Gulîstan Sonuk û heyeta li gel wan serdana kedkarên tekstîlê yên li Eskî Tekstîl û Şîr Tekstîlê kirin.   'Bi DEM Partiyê bawer bin'   Heyetê li pirsgirêkên karkerên tekstîlê guhdarî kir û got; “Em ê ji bo çareserkirina pirsgirêkan tên.” Heyetê ji karkeran re got ku dê piştî hilbijartinê bi hev re bajarekî demokratîk ava bikin. Karkeran jî destnîşan kirin ku ew bajarekî demokratîk, wekhev û biedalet dixwazin û dixwazin bajarên wan ji qeyûman bên paqijkirin.     Piştre namzed û kedkaran bi hev re govend gerand û serdana xwe bi dawî kirin.