Encamnameya Komxebata 'Rêveberiyên Herêmî' eşkere bû 2024-03-11 14:10:38       WAN - Encamnameya Komxebata "Di Rêveberiyên Herêmî de Girîngiya Zimanê Kurdî" ya ku ji aliyê TJA, ARSÎSA û Kovara Destar ve hat lidarxistin, eşkere bû.   Encamnameya Komxebata "Di Rêveberiyên Herêmî de Girîngiya Zimanê Kurdî" ku 3’ê Adarê  li Wanê bi hevkariya Tevgera Jinen Azad (TJA), Komeleya Lêkolînên Çand û Hunerê (ARSÎSA), Kovara Destar, namzeda hevşaredariya ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Neslîhan Şedal û 14 namzetên jin ên hevşaredar ku li avahiya Baroya Wanê hatibû lidarxistin eşkere bû.     Di komxebatê de nîqaşên komxebatê yên bi TJA, ARSÎSA, Kovara Destar re hatin kirin û biryarên ku namzetan di komxebatê de girtin wiha hatin rêzkirin:   "*Dê hemû şaredariyên me xwedî strateji, polîtîka, bername û plansaziya zimanê kurdî û çanda kurdewar bin.   *Dê ji bo zimanê kurdî û çanda kurdewar di asta herî jor de budçe bê veqetandin, kadro û xebatkar bên gihandin û îstîhdamkirin.     *Dê xwedî li mîrateya hevşaredarên berê yên partiyên siyaseta demokratik ên derbarê ziman, çand, wêje û hunera kurdî de ku kedeke mezin danê bê derketin û plan û projeyên wan ên kurdî û kurdewar ên ku nîvco mane an ji aliyê qeyûman ve hatine binpêkirin dê bên pêkanîn.    *Dê li navenda bajar, navçe, tax û gundan navendên çand û zimanê kurdî bên avakirin.    *Dê derbarê pêşketina hişmendiya zimanê kurdî de li tax û kolanan û di nava gel de xebatên zimanê kurdî bên pêşxistin.   *Dê ji bo pêwistiyên jinan malên jinan bên vekirin û hemû kar, xebat û sohbetên di van malan de bi kurdî bên meşandin.   *Dê li navend û navçeyên Wanê li ser navên jinên nemir ên têkoşer pirtûkxaneyên kurdî bên vekirin.    *Dê li gund, navçe, tax û kolanên navenda Wanê atolyeyên jîneolojiyê bên vekirin û perwerdehiya jîneolojiyê bi zimanê kurdî bê dayin.    *Li bin banê şaredariyê dê kreşên zarokan ên bi kurdî ku karibin li wir zimanê xwe jî hîn bibin bên vekirin.    *Dê ji bo jinan kooperatîfên çand, huner, aborî, çandinî û hunera destkariyê bên vekirin û hemû xebatên li kooperatîfan bi zimanê  kurdî bên birêvebirin.    *Ji bo firotina berhemên kooperatîfên jinan dê bazarên jinan bên vekirin û hemû danûstendin, kar û xebat bi kurdî bên meşandin.    *Ji bo jinan dê di qada tenduristiyê de jî cih bên avakirin ku jin bikaribin xwe rehetir bînin zimên û pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê bi zimanê kurdî çareser bikin. Derbarê nexweşiyên jinan de ji bo pêşxistina hişmendiya li ser laşên xwe  bi zimanê kurdî civînên taxan, panel û sempozyum bên lidarxistin.   *Gund, navçe, tax û kolanên bajarê Wanê û navçeyên wê yên ku navên wan hatine guhertin dê bên tespîtkirin û navên wan ên xweser careke din lê bên danîn. Ji bo guhertina van navan yeke bên avakirin û bi xebateke taybet di hemû tabeleyên bajêr de kurdî esas bên girtin.    *Dê di derbarê avakirina hişmendiya zimanê kurdî de li navend, navçe, tax û gundan panel, komxebat û konferans bên lidarxistin.    *Dê malên jinan û krêşên zarokan ku ji aliyê qeyûman ve hatibûn girtin ji nû ve bên vekirin. Li van jîngehan axaftin, danûstendin û perwerdehî bi zimanê kurdî bin.   *Li hinek navçeyên ku cihên sersaxiyê ya ji bo jinan tune dê malên sersaxiyê bên vekirin û jin di rojên wisa de tenê wek ‘xizmetkar’ neyên dîtin. Êşên xwe jî bi hev du re li gor kevneşopiyên xwe yên kurdewar û bi zimanê kurdî parve bikin.    *Li navenda Wanê û navçeyên wê ji bo perwerdehiya jinan a li ser zimanê kurdî dê kurs û atolye bên vekirin.    *Ji bo pêşketina jinan a li ser pîşe û hunerê dê kurs û atolyeyên taybet ên wek dirûtin, neqş, honandin, tevn, bedewkarî û hwd. bên vekirin û perwerdehî bi kurdî bên dayin.    *Li Westanê ji bo danasîna gihayê ‘Siyabo’yê û çanda kurdan dê ‘Mîhrîcana Siyaboyê’ bi zimanê kurdî bê li darxistin.    *Li gund û navçeyên Wanê, dê stran û çîrokên kurdî ku dayikên me dema çandiniyê an komkirina giha, pincar û fêkiyan de digotin bên berhevkirin û ji nifşên nû re bê veguhestin.   *Di hemû şaredariyan de ji bo xebatkarên şaredariyan dê kursên zimanê kurdî bên vekirin û perwerdehiya kurdî bên dayin.   *Ji bo ku bûyerên wek Fatma Altınmakas jiyaye neqewimin di serî de bi kurdî, piştre bi hemû zimanên li herêmê tên axaftin dê ‘ Xeta Tundiyê’ ya telefonê bê vekirin.   *Hemû malperên û rûpelên medyaya dîjîtal a şaredariyên me dê bi kurdî ji nû ve bên sazkirin.   *Ji bo çapkirina pirtûkên jinên nivîskar ên kurd dê alîkarî bên dayin.   *Dê ji bo zarokan pirtûk û çavkaniyên kurdî bê weşandin. Danasîna çanda kurdan û mezinên pêşî yên kurdan bi riya pirtûkên kurdî bi zarokan bidin nasîn."