Perîhan Dalgiç: Wê li Dêrsîmê tiştên xweş pêk bên 2024-03-11 09:03:05     Gulistan Gulmuş   DÊRSÎM - Namzeta keyatiyê ya taxa Sîhenk a Dêrsîmê Perîhan Dalgiç got wê ji şêniyên taxê re bibe çareserî û wiha dirêjî dayê: “Keyatiya ku baskekî dewletê ye niha seqet e. Binêsaziya jê re dibêjin keyatî vala kirine. Li gorî min divê em binê vê hundirê vê saziyê tije bikin.”   Ji hilbijartinên herêmî re demek kurt ma û xebatên partiyên siyasî yên li bajaran didomin. Li Dêrsîmê li taxa Sîhenk 16 namzetên keyatiyê jî dest bi xebatên xwe kirine. Yek ji namzetan Perîhan Dalgiç e. Perîhanê ji zanîngeha Munzurê civaknasî qedandiye û di 2016’an de di civaknasiyê de lînsansa bilind kiriye. Perîhanêbi îdia ye ku wek civaknasekê bi gel re têkiliyên baş ava bike û pirsgirêkên wan çareser bike.   Ewil wê avahiyan kontrol bike   Perîhanê pirsgirêkên Sîhenkê ragihand û der barê rîska erdhejê de wiha got: “Pirsgirêkên herî mezin ên Sîhenkê koçberî, întîxar, destberdan û tirsa erdhejê ye. Ji ber erdhejê fikar hene. Mirov dixwazin avahî bên kontrolkirin. Divê avahî bên kontrolkirin. Em nizanin avahî li hember erdehejek 7-8 çiqas xurt in. Ez bibim keya ewil ez ê avahiyan bidim kontrolkirin. Pirsgirêkên din jî hene. Yên derdorê û sewalên kolanê. Di civakê de pirsgirêkên cidî yên dedorê hene.”   ‘Dêrsîm bê ciwan mane’   Perîhanê bal kişand ser koçberiyê û wiha dirêjî dayê: “Di demên dawî de koçberî pir zêde bûye. Jin gelek pirsgirêkan dijîn. Niha Dêrsîm bê ciwan mane. Ez wek namzeta keyatiyê dibêjim ku ‘gelo em çawa em dikarin pêşî li vê bigirin’. Piştî ez bibim keya divê em vê pirsgirêka civakî ji sazî û dezgeyên rayedar re ragihînin. Em ê ji bin van pirsgirêkan derkevin. Her wiha pirsgirêkên jinan, tundiya li ser jinan li vir jî pirsgirêkek mezin e. Li Dêrsîmê jî di her alî de tundî li ser jinan tên kirin. Jin ketine qada cemawerî lê di navbera mutbex û odeya razanê de hatine sînorkirin. Divê ev zîhniyet bê bidawîkirin.”   ‘Em dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin’   Perîhanê da zanîn divê pirsgirêk bên çareserkirin û wiha dawî lê anî: “Sedema koçberiyê betalî ye. Civaknasî zanista civakî ye. Bi civakê re eleqederbûn e. Ez pirsgirêkên vî bajarî baş dizanim.Yek ji pirsgirêka me ya mezin betalî ye. Ji ber betaliyê her kes koç dike. Divê em pêşî li vê bigirin. Bi betaliyê re întîxar jî zêde bûne. Ji ber aboriyê întîxar zêde bûne. Ez dixwazim van pirsgirêkan çareser bikim. Dema bêm hilbijartin ez ê feraseta ‘mêrtiyê’ hilweşînim. Keyatiya ku baskekî dewletê ye niha seqet e. Binesaziya jê re dibêjin keyatî vala kirine. Li gorî min divê em binê vê hundirê vê saziyê tije bikin.”