ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-11 09:00:00     *Jinên Qilebanê diyar kirin ku wê li dijî hilbijêrên kaçax xwedî li îradeya xwe derkevin û got şaredariya AKP’yî tenê ji xizmên xwe re dixebite û wiha got: “Em ê di 31’ê Adarê de AKP’ê bişînin. Em bixwe bawer in û em ê bi ser kevin.” DÎMEN HEYE   * Namzeta keyatiyê ya taxa Sîhenk a Dêrsîmê Perîhan Dalgiç got wê ji şêniyên taxê re bibe çareserî û wiha dirêjî dayê: “Keyatiya ku baskekî dewletê ye niha seqet e. Binêsaziya jê re dibêjin keyatî vala kirine. Li gorî min divê em binê vê hundirê vê saziyê tije bikin.” DÎMEN HEYE   * Agirê  bi Newrozê re têkiliya wê ya dîrokî heye û wek sembola jiyanê tê qebûlkirin, ji bo gelan di alî çandî de gelek wateyên wê hene. Ji bo Kurdan wateya wê ya dîrokî jî ji nûve vejîn, hêvî û berxwedan e.