Li Wanê xebatên hilbijartinê 2024-03-10 20:25:24     WAN - DEM Partî li Wanê gund bi gund, tax bi tax, kolan bi kolan digere û xebatên hilbijartinê didomîne.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeyên Elbaq û Tuşbayê tevî şertên hewayê çû serdana gund û taxan. Li Tuşbayê di serdana gund û taxan de namzeta hevşaredariya bajarê Mezin Neslîhan Şedal, namzetên Tuşbayê Hanim Akkoş û Umît Keser, parlamenter Zulkuf Uçar û gele kes tevli bûn. Neslîhan û heyeta ligel wê çûn gundên Şahgeldî, Norevans, Canik, Halkali, Amîk, Ozyut.  Gundiyan eleqeyek mezin nîşanê namzetan dan. Welatiyên Canîkê bertek nîşanê namzetê şaredarê AKP’î Suleyman Oflas ku xizmên wan bû dan û gotin wê denga xwe bidin DEM Partiyê.   Neslîhan Şedal di serdanê de axivî û da zanîn ku li ser hemû qadên civakê polîtîka tecrîdê heye û qeyûmên hatine tayînkirin jî çarçoveya vê de divê bê dîtin.   Eleqe mezin e   Heyeta ku hevseroka DEM Partiyê ya bajar Gulşen Kurt û parlamenter Gulcan Kaçmaz Sagyîgît têde çûn gund û taxên Elbaqê.  Heyet çû gundê West, Heretîs, Balya, Xirabe û bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Gundiyan li ser hepsan bi alan heyet pêşwazî kir. Pêşengê eşîra Ertoşî Ejder yagizer û malbata wî çûn avahiya DEM Partî ya Elbaqê û piştgiriya xwe anî ziman.