Endama ESP’ê Gokçe Otlu hat girtin 2024-03-10 17:47:15     ENQERE - Yek ji 4 endamên ESP’ê yên bi serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin Gokçe Otlu hate binçavkirin.   Li Enqereyê di 8’ê adarê de endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Kahraman Yilmaz, Alî Yildiz, Gokçe Otlu û Bûrcû Dûrak, di saetên serê sibê de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û biribûn Midûriyeta Şaxa TEM’ê ya Enqereyê.   Kahraman Yilmaz ê divê sibê ji mejiyê xwe emeliyat bibe di heman rojê de (8’ê adarê) êvarî îfadeya wî hatibû wergirtin û hatibû berdan. Îro jî Alî Yildiz, Gokçe Otlu û Burcu Durak sewqî edliyeyê hatin kirin.   Piştî îfadeyên li dozgeriyê Alî Yildiz û Burcu Durak ji bo ku bi şertê kontrola edlî bên berdan, Gokçe jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.   Alî û Burcu hatin berdan û Gokçe Otlu jî bi îdiaya “endamtî û propagandaya rêxistinê” hate girtin.