'Jin têkoşîna xwe mezintir dikin' 2024-03-10 11:37:45     Mîdye Miqted   ŞEHBA - Jinên li Şehbayê tevli çalakiyên 8'ê Adarê bûn anîn ziman ku ew tu carî serî li dijî zilmê serî natewînin û wiha gotin:"Em ê di 8'ê Adarê de têkoşîna xwe ya hevpar hîn zêde bikin."   Li kantona Şehbayê bi coşa jinên berxwedêr 8'ê Adarê hat pêşwazîkirin. Jinên tevli çalakiyên 8'ê Adarê bûn diyar kirin ew di 8'ê Adarê de berxwedana xwe nû dikin û gotin ew ê her tim têkoşîna xwe dewam bikin.    Emîna Mustefa Osman 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û wiha pê de çû: "Em 8'ê Adarê li Rêber Abdullah Ocalan, li girtiyên zindanan li yên di giravan û li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Em ê di 8'ê Adarê de têkoşîna xwe ya hevpar hîn zêde bikin."   'Jin têkoşîna xwe mezintir dikin'   Emîneyê bang li tevahî jinên cîhanê kir ku rabin ser piyan û wiha got: "Ji bo tevahî jinên cîhanê ez bang dikim divê rabin ser piyan ji ber ku bi saya vê rojê tevahî jinên cîhanê yên ku bi sed salan di bin desthiledariya zihniyeta dewletan jiyan îro jiyana wan ronî bû. Bi taybet di civaka kurd de jin îro xwedî li xwe derketin. Jinan xwe rizgar kirin û di her qadê de cihê xwe girtin. Xwe di nava cîhanê de daye îsbatkirin û li ser wê fikir û felsefeyê îro li ber xwe didin û tekoşîna xwe mezintir dikin."   'Em ê her tim 8'ê Adarê bi berxwedanê pêşwazî bikin'   Di heman demê de jî jina bi navê Hemîde Omar Mihemed jî bal kişand ser jinên têkoşer û wiha got:"Em vê rojê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz dikin, li hemî pakrewanên jin ên weke Avesta Xabûr, Barîn Kobanê û bi hezaran mîna wan ên ku di xeta azadbûna jinan de xebat kirine, pîroz dikin. Em ê her tim 8'ê Adarê bi berxwedanê pêşwazî bikin."   'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'   Hemîdeyê da zanîn ew ê her tim têkoşîna xwe dewam bikin û wiha got:"8'ê Adarê ji bo me xwedî wateyek pir girîng e ji ber ku 5 hezar salan jin her di zilm û zordariyê de derbas bûn. Lê yên weke Clara Zetkîn, Sakîne Cansiz û jinên din ên leheng riya berxwedanê vekirin û li ser wê riyê bi hezaran jin xwedî li xwe derketin. Her wiha bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jina kurd di her qadê de cih girt û di xeta têkoşîna li dijî zihniyeta mêrsalar de li berxwe dan."    'Me bi stranên xwe 8'ê Adarê pîroz kir'   Ji Rêveberiya TEV-ÇAND'ê ya kantona Efrîn û Şehbayê Newroz Silêman da zanîn wan bi stranên xwe 8'ê Adarê pîroz kirin û wiha got:" Em vê rojê li hemî jinên kedkar ê cîhanê pîroz dikin. Me bi şahiya xwe ya 8'ê Adarê bi coşa jinên berxwedêr pîroz kir. Her wiha bernemeya me gelek dewlemend bû. Bi komên stranê ya Hîlala Zêrîn û TEV-ÇAND'ê bi her du zimanên kurdî û erebî stranên xwe pêşkêş kirin. Me wiha bi gel re parve kirin û di nav de komên strana ya Êzidiyan stranên xwe pêşkêş kirin. Wiha me 8'ê Adarê pîroz kir. "