Deklerasyona Newrozê: Dem dema Newroza azadiyê ye! 2024-03-10 11:25:25   AMED - Li Amedê Deklerasyona 21'ê Adarê ya Newerozê bi civînekê hat eşkerekirin. Di deklerasyonê de hat gotin:"Dem dema Newroza azadiyê ye ! "   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê deklarasyona têkildarî Newroza 2024’an eşkere kirin. Kurdiya deklerasyonê ji aliyê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ve hat xwendin.    Di dewamiya deklerasyonê de wiha hat gotin:   "Kedkarên çapemeniyê, jin, dayik û ciwanên hêja, nûnerên partî, sazî û rêxistinên demokratîk em xêrhatina we hemûyan dikin. Em îro ji bo eşkerekirina deklerasyona Newroza 2024'an hatine cem hev.    Wekî tê zanîn, Newroz nîşaneya vejînê ye. Bi taybetî vejîna gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn û Mezopotamyaya qedîm. Ev vejîn, di heman demê de alaya jiyan û azadiyê ye, alaya têkoşînê ye li dijî serdest, zilimkar û yekperestan.    Û ev ala, ev jiyan û vejîn daye der ku li cihên ku zilm, tundî, qirkirin, tunehesibandin, bêedaletî û neheqî hebe, helbet dê li wir berxwedan û têkoşîn jî hebe. Li cihê ku têkoşîn û berxwedan lê hebe, helbet dê li wir ruhê Newrozê jî her li dar be û her bi ruh û can be. Ji lew re Newroz, berxwedan e. Ya ku felsefeya Newrozê nîşanê me daye, ev e.   Wekî her salê, em îsal jî Newrozê di şert û mercên cuda de pêşwazî dikin:    Di şert û mercên tundiyeke dijwar de, tundiyeke bi taybetî li ser jinan û bi giştî li ser tevahiya civakê.    Di şert û mercên qirkirina jinan de, qirkirineke pir xedar û hovane.    Di şert û mercên polîtîkayên şerê taybet de ku li welatê me ji bo bişavtin û qirkirina ciwanan û jinan, bişavtina ziman û çanda me her tiştî mubah dibîne.    Di şert û mercên tecrîdeke mutleq a li ser birêz Abdullah Ocalan de ku li tevahiya civakê û girtîgehan belav bûye û dibe sedema kûrkirina pirsgirêkan.    Di şert û mercên hilbijartinên xwecihî de ku derfeteke mezin e ji bo pêkanîna demokrasiyeke radîkal û rêveberiyeke bi reng û dengê xwe.    Û ya herî girîng jî di şert û mercên felsefe û berxwedana "Jin, Jiyan, Azadî"yê de ku bi pêşengiya jina kurd bûye cihê hêvî û rizgariyeke mezin ji bo hemû jinên cîhanê û azadiya civakê.    Wekî her salê, em ê îsal jî bi vê ferasetê, bi vê felsefe û berxwedanê agirê Newrozê gur bikin. Wekî her salê em ê îsal jî bi reng û dengê jinê agirê berxwedanê gur bikin. Alaya berxwedanê ya Zekiye, Rahşan û Semayan ku bi agirê Newrozê li ba bikin, bilind bikin.   Lewma banga me; bi taybetî li kirdeya sedsala 21'emîn hemû jinan û rêxistinên jinan û bi awayekî giştî li hemû gelan ew e ku em bi dirûşmeya  “Rabe, Dema Azadî û Serkeftinê ye” bi ruhê Newrozê piştevanî û tifaqa xwe berfireh û xurt bikin. Ji lew re tenê bi vî ruhî avakirina jiyaneke azad, wekhev û demokratîk pêkan e. Bi vî ruhî em dikarin bibin yek û nirxên xwe yên hevpar biparêzin û xurt bikin. Em bi vî ruhî dikarin rê li ber qirkirin, tundî, kedxwarî û dagirkirinê bigirin û bi vî ruhî siyaseta demokratîk, aştiya civakî û aramiyê ava bikin.    Ruhê Newrozê azadiya jinê û azadiya gelan e.    Newroz vejîn e, Newroz hêvî ye, Newroz aştî ye.    Bijî Newroz ! "