ROJEVA 10'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-10 09:00:00     * Namzeta hevşaredariya Hênê ya DEM Partiyê Besîle Narîn ku diyar kir ku ya ku ew temem kiriye partî û hevalên wê bûye. Besîle ku 22 sale têkoşînê dimeşîne wiha got: “Ne ji bo xwe ji bo gel ji bo civakê em li vir in. Şaredarî yên gel in.” BI DÎMEN    *Namzera hevşaredariyê ya Pirsûsê ya DEM Partiyê Ayten Kaya der barê hilbijartinên 31’ê Adarê de axivî û da zanîn ku qeyûmên hatibûn tayînkirin ewil destkeftiyên jinan hedef girtine û wiha got: “Gel bixwaze çawa xwe bi rêve bibe em ê wê esas bigirin. Em ê yekîneya jinan ava bikin. Em ê xeta tundiyê ava bikin.” BI DÎMEN    *Ber bi hilbijartinên herêmî, jinan daxwazên xwe anîn ziman û diyar dikin ku çareseriya pirgirêkan di DEM Partiyê de ye. Jinan da zanîn ku ji ber DEM Partî bi namzetên xwe dikevin hilbijartinan bi hêvîne û wê biserkevin. BI DÎMEN