Li Agiriyê agirê ewil yê Newrozê hat pêxistin 2024-03-09 20:49:24   AGIRÎ - Li navçeya Bazîdê bi coşek mezin agirê ewil yê Newrozê hat pêxistin.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku xebatên hilbijartinên 31’ê Adaraê didomîne, Rêxistina DEM Partiyê ya Bazîdê agirê Newrozê ya ewil pêxist. Li taxa Barişê ku agirê Newrozê hat pêxistin de, rêxistina Bazîdê û gelek welatî tevlî bû.    Piştî ku agirê Newrozê hat pêxistin şûnde girseyê li dora agir govend gerand.