Li London û Gavleyê peyama 8'ê Adarê: Werin em têkoşîna xwe mezin bikin 2024-03-09 20:24:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan diyar kirin ku ew li dijî tundiya li ser girtiyên jin ên li girtîgehên Tirkiyeyê, butçeyên ji bo şer, nijadperestî, cudakarî û faşîzmê re dibêjin na û wê têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin.   8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li paytexta Îngilistan Londonê bi mîtîngekê û li bajarê Gavle yê Swêdê bi şahiyekê hate pêşwazîkirin.   Gavle   8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li bajarê Gavle yê Swêdê hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ku ji aliyê Meclîsa Gel a Gavleborgê ve hat organîzekirin bi axaftina Hevseroka Meclîsê Jîn Haco destpê kir. Jîn Haco bal kişand ser ziyanên pergala serdest a 5 hezar salî ya li ser jinê û wiha got. “Serok Apo ev sîstem heta detayên herî biçûk analîz kir û jin kir hêza dîrokê."   Axaftina Jîn Haco gelek caran bi dirûşma "Jin jiyan azadî" hate qutkirin. Pîrozbahî bi stranan û bi gerandina govendê berdewam kir.   London   Endamên Platforma Jinan a Londonê ku ji aliyê rêxistinên jinên Kurd, Elewî, çep û sosyalîst ve hatiye avakirin, li ber Pirtûkxaneya Wood Green hatin cem hev û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Di çalakiyê de posterên şoreşgerên jin ên hatin qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. Tevgera Jinên Kurd jî tevlî çalakiyê bû.   Di çalakiyê de li ser navê saziyan axaftin hatin kirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî 8'ê Adarê" û "Jin bi hev re bi hêz in" hatin berzkirin. Di axaftinan de li ser xala 59'an a Peymana Stenbolê ku yek ji destkeftiyên herî girîng ên tevgera jinan e rawestiyan û wiha gotin: “Li Îngilistanê ev 10 sal in her 3 rojan carekê jinek tê kuştin û herî kêm 2 milyon jin rastî şîdeta nav malê hatine. Em weke Platforma Jinan a Londonê bang li hikûmetê dikin ku bêalîbûna xwe ya li ser xala 59’an a Peymana Stenbolê ji holê rake û peymanê bi tevahî erê bike. Piştgirî û parastina wekhev ji jinên koçber re bike.”   Di axaftinan de bal hat kişandin ser tundî û îşkenceya li dijî girtiyên jin ên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê û wiha hat gotin: "Roja bilindkirina agirê serhildanê ya jinên ku ji Îranê heta Rojava, ji Ewropayê heta Asyayê bi gotina Jin Jiyan Azadî daketin qadan e.”    Piştî daxuyaniyê jinan bi çepik û tilîliyan govend gerandin.