‘Em ê nobeta edeletê bi biryar bidomînin’ 2024-03-09 18:16:19   ÎZMÎR- Xizmên girtiyan yên di nobeta edeletê ya li Îzmîrê de ne diyar kirin ku heta encamekê negirin wê çalakiya xwe bidomînin.   Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya Xizmên Girtiyan (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad(TJA) hatiye destpêkirin, di roja 37’emîn de berdewam kir.Nobet li rêxistinên Buca û Karşiyaka ya DEM Partiyê berdewam kirin.Gelek xizmên girtiyan tevli nobetê bûn.    Buca   Di nobeta edeletê ya li bruoya hilbijartinê ya taxa Goksu ya DEM Partiyê de pankar ‘li dijî tecrîdê berxwedan’ hat daliqqandin.Xizmên girtiyan daxwaz kirin ku tecrîd bê rakirin û grevên birçîbûnê bidawî bin.   Karşiyaka    Li rêxistina Karşiyaka ya DEM Partiyê xizmên girtiyan nobeta xwe berdewam kirin. Nobet bi serdanan berdewam kir.