Tulay Hatîmogullari: DEM partiya gel e 2024-03-09 13:30:59       MÊRDÎN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di civîna gel a li Stewrê de axivî û got: “DEM partiya gelan e. Piştgiriya we ya ji bo DEM Partiyê peyama herî mezin e ku em ê bidin Tirkiyeyê."   Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari di çarçoveya xebatên hilbijartinê de îro li Mêrdînê ye. Tulay li Stewrê tevlî hevdîtina gel bû. Namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk û namzedên Stewrê Hatîce Oncu û Selahattîn Onder û parlamenterên DEM Partiyê George Aslan û Bêrîtan Guneş Altin jî tevlî hevdîtinê bûn.    Di hevdîtinê de Tulay, axivî û bal kişand ser hilbijartina herêmî û got: "Mêrdîn xwişk û biratiya gelan re bexçeyê bihuştê ye. Xwezî xwişk û biratiya gelan li her derê pêk bihata. Ji ber ku hikûmeta AKP'ê nekarî me di hilbijartinê de têk bibe, serî li tayînkirina qeyûman dan. Qeyûm diz e, hewl da îradeya gel bidize. Qeyûm hewl da ku mafê dengdanê û hilbijartinê ji gelan bigre. Qeyûm dijminê ziman û çandê ye. Li şaredariyên ku em qezenc dikin em girîngiyê didin ziman û çandê. Li şaredariyên ku em bi rê ve dibin, her kesî bi zimanê xwe yê zikmakî xizmet wergirt.   Em soz didin ku em ê dizan bişînin û her kes bi zimanê xwe xizmetê bigire. Qeyûm li vir tabelayên kurdî rakir, wek li gelek cihan. Em ê teqez dijminê zimanê dayikê bişînin. Qeyûm pereyên xelkê dizîn. Em ê van dizan bişînin. Qeyûm ji Stewrê re rê neanî û şaredarî xist bin deynan. Hemû xizmetan pêşkêşî alîgirên xwe kirin. Ew ne ji bo xizmetê, bêyî bên hilbijartin ji hêla qesrê ve hatin li hemberî vîna gel hatin şandin.    Hûn ê piştgiriya herî mezin bidin DEM Partiyê ku xwişk û biratiya gelan diparêze. DEM Partî partiya gel e. Piştgiriya we ya ji bo DEM Partiyê peyama herî mezin e ku em ê bidin Tirkiyeyê."Em ê herin ser sindoqan, ji bîr nekin ku dema DEM Partî şaredariyê bi rê ve bibe, hûn ê bi zimanê xwe yê zikmakî xizmetê bigirin, Em ê careke din feraseta azadiya jinê, şaredariya demokratîk a ekolojîk nîşanî dost û dijminan bidin. Em xwişkên Jîna Emînî ne û em ê bi 'Jin jiyan azadî' biçin hilbijartinê. Em ê bi îzna Xwedê û piştgiriya we Stewrê bigirin. Em ê di 31’ê Adarê de bi hevserokên xwe re li vê qadê govenda serketinê bigerînin."   Piştî axaftinan Tulay Hatimogulları û şandeya ku pê re derbasî hevdîtina gel a Mîdyadê bûn.