Li kolanên Kerkûkê wêneyên jinên pêşeng 2024-03-09 10:57:28       NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 8’ê Adarê, RJAK’ê wêne û posterên jinên pêşeng û şoreşgeran li cihên giştî yên bajarê Kerkûkê daliqand.    Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li bajarê Kerkûkê rêzeçalakiyan li dar xist. Bi dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadî em ber bi şoreşa jinan ve diçin”, hejmarek zêde pankart, dovîz, poster û wêneyên şehîdên pêşeng li seranserê tax û cihên giştî yên navenda bajarê Kerkûkê hatin daliqandin.   Posterên jinên pêşeng hatin daliqandin   Posterên ku hatin daliqandin ên jinên şoreşger û pêşeng Sakîne Cansiz, Zelal Zagros (Firyal Silêman Xalid), Nagihan Akarsel û her wiha gelek posterên jinên pêşeng hebûn. Ji bilî poster û wêneyan, dovîz û pankartên ku li ser wan “Şoreşa Başûr, şoreşa jinan e”, “Jin Jiyan Azadî”, “Heta jin azad nebe, civak azad nabe” û “Bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinan ve” li tax û navendên Kerkûkê hatin daliqandin.   Her wiha  RJAK’ê li bajarê Kerkûkê bi boneya 8’ê Adarê gelek çalakiyên weke semîner, panel, serdana rêxistinên jinan, çalakvan, jinên kedkar, xwedî kar û karker kirin û çend çalakiyên din li dar xistin.