Bi coşa 8'ê Adarê ber bi Newroz û 31'ê Adarê ve 2024-03-09 09:54:59       Zelal Tunç-Memihan Zeydan   WAN - Jinên ku 8'ê Adarê li qadan pîroz kirin diyar kirin ku divê di zûtirîn demê de azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd pêk were û gotin: "Bersiva herî xurt dê di 31'ê Adarê de bê dayîn."    Li her deverê cîhanê jin daketin qadan 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pêşwazî kir û daxwazên xwe anîn ziman û serî rakirin. Li tevahiya Kurdistanê îsal jin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" daketin qadan. Li Bakur jî bi dirûşma "Bi jin jiyan azadî ber bi 8'ê Adarê ve" daketin qadan li dijî polîtîkayên îktîdarê helwesta xwe nîşan da.    Li Wanê duh bi tevlîbûna gelek jinan 8'ê Adarê hat pêşwazîkirin. Beriya pîrozbahiyê bi rojan jin li tax, kolan û gundan ji bo 8'ê Adarê bangezawî kiribûn. Duh bi sedan jin bi cilên xwe yên neteweyî, ligel heweya sar, bi pankart û dirûşmên xwe li qadan bûn. Jinên ku tevlî mîtîngê bûn ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn û bal kişandin ser berxwedana jinan.    Sînem Encu: Em polîtîkayên tecrîdê ya li hemberî rêberê xwe qebûl nakin, divê tecdî bê bidawîkirin û girtî serbest bên berdan.    Cemîle Oner: Polîtîkayên zilm û zextê her roja ku derbas dibe zêde dibe. Em bang li her kesî dikin ku ji bo demokrasiyê dengê xwe di 31'ê Adarê de bidin DEM Partiyê.    Helîn Varhan: Ji bo domandina berxwedana jinên têkoşer em li vir in. Bi polîtîkayên zextê nikarin têkoşîna me têk bibin. Di mîtînga îro de gelek barîkatên polîsan hene û ev yek tê wateya tirsê. Em mafê xwe dixwazin. Em têkoşîna ziman û nasnameya xwe didin û em ê heta dawiyê jî têkoşîna xwe bidomînin. Em ê vê coşa xwe ya 8'ê Adarê ber bi Newroz û 31'ê Adarê ve bibin.    Çîgdem Karabulak: Sed sal in dîrok ji hêla mêran ve tê nivîsin. Em bûn kecik, hevjîn, xwişk, dayik û bûk. Lê jin ji bo xwebûnê bi salan têkoşîn da. Îro ez wek kes jî têkoşînê didim.    Reyhan Kaplan: Ez tecrîda li hemberî Birêz Abdullah Ocalan şermezar dikim. 3 sal in em agahî jê nagirin. Heta ku Birêz Ocalan azad nebe jin jî azad nabin. Hemû malê dinê ya me be jî heta ku Birêz Abdullah Ocalan azad nebe tu maneyê wê nîne.    Denbêj Meryem Tuncer: Di 31'ê Adarê de hilbijartina herêmî pêk tê û em ê bajarê xwe ji qeyûman paqij bikin. Em ê bajarê xwe bi xwe bi rêve bibin.    Azîze Çakir: Nasnameya me nîne, zimanê me nîne. Em jî wak gelên din dixwazin bi zimanê xwe û bi nasnameya xwe azad bijîn. Em aştiyê dixwazin.