Norşîn bi biryare ji nû ve deriyên xwe ji gel re veke 2024-03-09 09:10:32       Elfazî Toral    BEDLÎS - Ulfiye Ozcan ku di seranserê jiyana xwe de di gelek qadan de xebat meşandiye wiha got: “Min di têkoşîna jinan ya veguheriye tevgerekê de cih girt û têkoşîna xwe mezin kir. Ji vir şûnde ji bo tiştên aydê gel in bigihînim gel ez ê xizmetê bikim.”   Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re demek kurt ma û Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe bê navber dimeşîne. DEM Partî ku ji her kesî piştgiriyê dibîne, xebatên xwe tevî hemû şert û mercan didomîne. Li Bedlîs û navçeyên wê jî xebat bi coşek mezin tên meşandin. Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Norşînê Ulfiye Ozcan vê peyamê dide ‘Em ji bo gel li virin. Em ê ji bo gel bixebitin û hilberînin.”    Ulfiye Ozcan ku bi eslê xwe ji Norşînê ye li Tetwanê tê dinê û mezin dibe. Dibistana navîn li Mersînê temam dike û ji ber pîşeya bavê xwe neçar dimînin bar bikin gelek bajarî. Lê Ulfiyeyê têkiliya xwe ji Bedlîs, Tetwan û Norşînê nebiriye. Ulfiye wiha dibêje: “Îro li Norşînê me û min berpisyarî girtiye. Ev ji bo min rumet û serbilindiye.” Ulfiyeyê ku beşa sosysoslojî, muhasebe û rêveberiyên herêmî xwendiye diyar dike ku pêvajoya perwerda dîtiye dixswaze ji bo fêdeya gel bi kar bîne. Ulfiyeyê wiha got: “Min di gelek qadan de têkoşîn meşand. Baskê jinan, ciwanan û têkoşîna jinan de. Min di gelek sazî û dezgeyan de cih girt. Niha jî bûm namzeta DEM Partiyê.”   ‘Em dixwazin îradeya xwe li wir bibînin’   Ulfiyeyê destnîşan kir ku pergala hevserokatiyê di rêveberiyên herêmî yên 2014’an de ketiye jiyanê û wiha pê de çû: “Heman demê de pêvajoyeke ku têkoşîna jinan tacîdar bibû. Min wek namzeta hevserokatiyê berpisyarî girt. Ez ê vê berpirsyariyê bi awayekî herî baş bînim cih. Di 2014 û 2019’an de qeyûm hatin tayînkirin. Mixabin îradeya gel hat xespkirin. Ev du deme qeyûm tayînê îradeya gel tê kirin. Ev du deme li Norşînê jî ev tê kirin. Gel niha ji bo îradeya xwe ji nû ve bigirin hewl didin. Gel dixwaze îradeya xwe li wir bibîne.”   Wê ji jinan re qadên nû vebikin   Ulfiyeyê diyar kir ku bi hatina qeyûman re qada jiyanê ya jinan hatiye tunekirin û wiha domand: “Bi hatina qeyûman re destkeftiyên jinan hedef hatin girtin. Bi qeyûman re saziyên jinan hatin girtin. Em ê ji jinan re qadên nû ve bikin. Wê jin li van qadan xwe bi awayekî azad îfade bikin. Hedefa me ya ewil em îradeya gel ya hatiye xespkirin şûnde bigirin. Em ê çarçoveya paradîgma esas a partiya xwe de ji gel re xizmetê bikin. Yekane partiya wekheviya zayendî diparêze partiya me ye. Em vê bi pergal hevseorkatiyê dikin û nîşan didin.”   ‘Em ê tişta aydê gel bigihînin gel’   Ulfiyeyê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku qeyûm di tu qadê de xebat nekirine û wiha dawî lê anî: “Navçeya Norşînê hîna wek gundekî biçûk e. Polîtîka me ya esas ev e ku bi awayekî wekhev xebat ji bo hemû gel  bên kirin. Di heman demê de ji bo me ya di plana pêş de jin, ciwan , zarok û astengdar in. Em ê tişta aydê gel bigihînin gel. Em ji bo gel li virin. Em ê ji bo gel bixebitin ji bo gel hilberînin.”