Namzeta 20 salî: Dem dema guhertinê ye! 2024-03-09 09:06:28       Rojda Aydin   AGIRÎ - Namzeta Hevşaredara Dûtaxê Dîlan Başboga diyar kir ku dem dema guherîneyê û got: "Di 31’ê Adarê de jin û gelê me dê biçin ser sindoqan û dîwarên beton a ku qeyûmê ava kiriye bi dengên xwe hilweşînin."   Ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê re ku her ku diçe kêm roj dimîne, xebatên partiyên siyasî jî di nava pêşbirkekê de derbas dibe. Li navçeya Dûtax a Agiriyê jî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe li her derê dimeşîne.   Di sala 2014’an de ku Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) şaredariya Dûtaxê bi dest xistibû, di sala 2017’an de qeyûm hat tayînkirin. Di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de jî AKP’ê şaredariyê bi dest xist. AKP ku 5 sal in şaredariyê bi rêve dibe ji bo gelê herêmê tu tiştekê nekiriye, pirsgirêkên wekî av û rê careser nekiriye. AKP’ê bi taybetî ji bo jinan jî tu gav neavêtiye.   Namzeta hevşaredariya Dûtaxê Dîlan Boşboga ku di temenê xwe yê ciwan de di nava xebatên siyasî de cara ewile cih girtiye ji ajansa me re axivî.     ‘Mirov bi têkoşînê digihîje cihekê’   Dîlan a ku di sala 2004’an de li navçeya Dûtaxê hat dinê, heta lîseyê xwendiye. Dîlan, destnîşan kir ku ew cara ewile di nava siyasetê de cih digire. Dîlan, diyar dike ku “Mirov bi têkoşînê digihîje cihekê” û got ji ber di nav malbatek welatparêz de mezin bûye di hişmendiya wê zanistê de ye. Dîlan, dibêje ku ew bi piştgiriya malbata xwe ji bo namzetiyê serlêdanê kiriye û wiha bi lêv kir: “Ez bi zanistiya welatparêziyê bûm namzet.” Dîlan, anî ziman ku demên ewilî gelê Dûtaxê zêde ew nasnekiriye û got piştî bûye namzet şûnde gelê navçeyê hemû wê nas kiriye.   ‘Qeyûm ji bo Dûtaxê tu tişt nekir’   Dîlan, da zanîn ku di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de ku AKP’ê şaredariyê girt û li vir tiştek ji bo gel nekiriye û wiha domand: “Di hilbijartinên 2014’an de ku partiya me BDP şaredariyê bi dest xist şûnde di sala 2017’an de qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin. AKP’ê heta îro ji bo gelê Dûtaxê tu tiştekî nekiriye. Dema ku em taxên Karşiyaka û Pinarê dinêrin pirsgirêka av û rê heye. Em tayînkirina qeyûman qebûl nakin û nas nakin. Dema qeyûm tê tayînkirin ewilî saziyên jinan hedef hatin girtin. Em ê li hember qeyûman tim têkoşîna xwe bidomînin. Partiya me pirsgirêka jinê dide li ber çavan û li gor wê gava davêje.”   ‘Armanca me avakirina civakek azad e’   Dîlan, da zanîn ku ji ber DEM Partî partiya jinê ye û bûye dengê jinan, bûye namzet û wiha dirêjî da axaftina xwe: “DEM Partî vîna jinê diparêze. DEM Partî aligirê jiyaneke azad e. Li navçeyê bandora polîtîkayên şerê taybet heye. Dema em li navçeyê bi ser ketin em ê li dijî van polîtîtayan xebatên taybet bidin meşandin. Ew hêza me heye ku em dikarin biguherînin. Em ê ciwanan ber bi xwe ve bikişînin û rêya rast nîşanê wan bidin. Wek DEM Partî hêza me heye ku pêşiya vê yekê bisekinin. Em ê bi hêza jinê pêşiya van bisekinin. Armanca me avakirina civakek azad a ji bo jin û ciwanan e.”   ‘Ez ê di vê rêyê de bimeşim’   Dîlan, bi lêv kir ku ji ber îro bûye namzet gelek kêfxweş û şanaz bûye û wiha bi lêv kir: "Hestek gelek xweş e. Dûtaxê cara ewilî namzetek hevşaredar derdikeve û ev tiştek gelek xweş e. Ez ê di vê rêyê de bimeşim. Ez ê tu carî dev jê bernedim.”   ‘Dîwarên beton em ê hilweşînin’   Dîlan, di berdewamiya axaftina xwe de wiha behsa projeyên xwe kir: “Em bi taybetî dixwazin ji bo jinan xebatan bimeşînin. Nexweş, ji bo çûyîna nexweşxaneyê pirsgirêka maşîneyê dijîn, em ê hewl bidin ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Her wiha ji bo jinan em ê atolyeyên tekstîlên ava bikin. Dê tekstîl li gor taxan bên avakirin. Her wiha pirsgirêka rê û avê mijara me ya serekeye. Em ê bi taybetî li ser van daxwazan bisekinin. Her wiha ji bo jin bikaribin serlêdanan bikin em ê saziyên jinan ava bikin. Ji bo jin xwe azad his bikin qadên taybet ên jinan ava bikin. Li ser ciwanan êriş hene, em ji bo berê wan bidin çandê, saziyên çandê ava bikin û kargehan li dar bixin. Bi vê yekê re em dixwazin ciwan li ser çanda xwe bisekinin. Her wiha ji bo ciwanan pirtûkxaneyê ava bikin. Kursên perwerdehiyê em ê bidin destpêkirin. Dîwarên beton ku qeyûm avakirine em ê şeva 31’ê Adarê bi gelê xwe re wan hilweşînin û derbasî şaredariyê bibin. Em ê bi gelê xwe re vê şaredariyê birêvebibin. Armanca me qezenckirina şaredariyê ye û em ê teqez bi ser kevin.”   ‘Bila xwedî deng û vîna xwe derbikevin’   Dîlan, herî dawî ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê bang li gelê Dûtax û jinan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dibêjin dem dema guhertinê ye. Em ê bi jinan re biguherînin. Bila 31’ê Adarê de hemû jin û gelê me biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin. Bila xwedî deng û vîna xwe derbikevin.”