ROJEVA 9'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-09 09:00:00     * Namzeta Hevşaredara Dûtaxê Dîlan Başboga diyar kir ku dem dema guherîneyê û got: "Di 31’ê Adarê de jin û gelê me dê biçin ser sindoqan û dîwarên beton a ku qeyûmê ava kiriye bi dengên xwe hilweşînin." BI DÎMEN    * Namzeta hevşaredariya DEM Partiyê ya Rihayê Gulşen Ozer wiha got: “Şaredarî ya jinan e, ya gel e, ya ciwanan e. Em ê bajarê xwe bi hev re di esasa fikrên ciwan û jinan de ji nûve ava bikin.” BI DÎMEN    *Endama ‘Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê’ û Baroya Stockholmê parêzer Lena Charlotta Lagnnander diyar kir ku li welatê xwe wê di qada civaka sivîl û siyasî de der barê tecrîdê de xebatan bimeşîne û got: “Abdullah Ocalan lîderê gelê Kurd e. Ji ber vê azadiya fîzîkî ya wî girîng e. Heta azadiya wî ya fîzîkî pêk neyê wê ji bo aştiyê jî gav neyê avêtin. Divê wek gava ewil hevdîtina bi parêzeran bê kirin û tecrîd ji holê bê rakirin.”  BI DÎMEN    *Ulfiye Ozcan ku di seranserê jiyana xwe de di gelek qadan de xebat meşandiye wiha got: “Min di têkoşîna jinan ya veguheriye tevgerekê de cih girt û têkoşîna xwe mezin kir. Ji vir şûnde ji bo tiştên aydê gel in bigihînim gel ez ê xizmetê bikim.” DÎMEN HEYE   *Namzeta hevşaredariya DEM Partiyê ya Sîlopiyê Jiyan Ormanli da zanîn ku şaredariya HDP’ê ya Sîlopiyê îmze avêtiye binê xebatên girîng û Sîlopî aniye asta bajarê jinan. Jiyan Ormanli daxuyakirin ku ala ku wê ji hevşaredarên HDP’ê bigirin bigihînin bilintir bikin. DÎMEN HEYE   *Jinên ku 8'ê Adarê li qadan pîroz kirin diyar kirin ku divê di zûtirîn demê de azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd pêk were û gotin: "Bersiva herî xurt dê di 31'ê Adarê de bê dayîn." BI DÎMEN