Li Geverê şahiya 8'ê Adarê 2024-03-08 17:44:53   COLEMÊRG - Bi pêşengiya DEM Partî û TJA'yê li Geverê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi beşdariya bi sedan jin festîvalek hat organîzekirin.   Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Geverê û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Taxa Gungor a navçeya Geverê ya Colemêrgê li salona dawetê li dar xist.  Salon bi pankartên “Bi Jin Jiyan Azadî û Ber bi 8’ê Adarê ve dimeşin” hat xemilandin.  Jinan bi alên  DEM Partiyê û bi rengên kesk, sor, zer û mor reng li şahiyê zêde kirin û govend gerandin. Şahiya ku bi sedan jin beşdar bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di şahiyê de bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin.   'Pêwîste tecrîd bê şikandin'   Parlamentera DEM' Partiyê ya Şirnexê Nevroz Uysal di şahiyê de axaftineke kurt kir û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku ev 25 sal in didome. Nevrozê bi bîr xist ku girtiyên li girtîgehan ji bo bidawîkirina tecrîdê, azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd 103 roj in di greva birçîbûnê de ne û wiha dewam kir: “Azadiya Birêz Ocalan azadiya jin, ciwan, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Ew hemû bi hev ve girêdayî ne. Birêz Ocalan tevî hemû astengî û kêmasiyan jî di hevdîtina xwe ya dawî ya sala 2019’an de diyar kir ku di derbarê fikr û têkoşîna azadiya jinê de tişta ku dixwest bike nîvco hatiye hiştin. Pêwîste tecrîd bê şikandin û ev fikra nîvcomayî were temamkirin.”   Piştî axaftinan Dengbêj Ozlem Bağlayan derket ser dikê. Jinan govend gerand.   Şahî bi dirûşma “Jin, jiyan azadî” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.