Li Şengalê pîrozbahiya 8’ê Adarê 2024-03-08 15:36:33       NAVENDA NÛÇEYAN - Pîrozbahiya 8’ê Adarê li geliyê Kersê ya çiyayê Şengalê bi beşdariya jinên Êzidî û Ereb destpêkir. Şahiyê bi peyama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî destpêkir. Berdekva TAJÊ Rîham Hiço di peyama xwede destnîşankir ku wan bi fikir û felsefeya Rêber Apo kariye xwe rêxistin bikin û liser axa piroz a Şengalê 8’ê Adarê pîroz bikin, lewma ewê têkoşîna xweya ji bo Azadiya Rêber Apo mezin bikin.   Li Şengalê pîrozbahiyê 8’ê Adarê bi coşek mezin destpê kir, şahiya pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên tekoşîna azadiyê destpêkir û piştre peyamên tevgera azadiya jinên Êzidî, Yekîniyên Jinên Şengalê (YJŞ) û yekîtiya jinên Ciwan ya Şengalê hatin dayîn.   Di peyaman de 8’ê adarê li Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û li hemû jinên Şoreşger û yên cîhanê pîroz kirin û dan zanîn ku wê têkoşîna xwe ta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bidest bixînin û xweseriya Şengalê misoger bikin dê bidomînin. Herwiha soz hat dayîn ku ji bo rizgarkirina hemû jinên êsîr tekoşîn û berxwedana xwe wê bilind bikin.   Berdevaka TAJÊ’ê Rîham Hiço di destpêkê axivî û di peyama xwe de  8' Adarê li Rêber Ocalan, gerîlayên Azadiyê, Şervanên YJŞ’ê û YPJ’ê piroz kir û wiha dewma kir: “Hemû xebat kar û endamên jin ku cihê xwe dinava rêveberiya Şengalê de digrin û hemû jinên Êzidî  em piro dikin. Ev roj roja tekoşîn û berxwedaniya jinane. Di Şengalê de berxwedaniya ku bi pêşengiya TAJÊ tê meşandin, berxwedanek bê hempa ye. Di dîrokê de jinên Êzidî berxwedanî û pêşengiyek bê hempa ji bo parastina vê civakê kirine û ev pêşengtî heya roja meya îro berdewam dike. Jinan ev ol, bawerî û çanda xwe  parastine. Îro bi boneya 8’ê Adarê ne tenê şahiyeke belkû evder qada berxwedanî û tekoşînê ye. Hebûna her jinekê livê qadê cihê serbilindiyê ye. Şengal bi wêrekiya jinên berxwedêr li berxwedaye û serketiya. Berxwedaniya ku îro li Şengalê bi peşengiya jinên Êzidî pêşketiye, bi saya fikrê Rêber Apo ye, lewma emê jî ji bo azadiya fizîkî a rêbertî têkoşîna xwe mezin bikin.”     Şahiya Pîrozbahiyê bi peyamên rêxistinên jinan dewam dike.   Li gor bernameya şahiyê piştî peyaman wê koma govendê ya navenda Sitiya Nexşa bi govendekê gelêrî derkeve ser dikê û govenda xwe pêşkêş bikin. Di heman demê de hûnermend Îda Şingalî û Zino wê derkevin ser dikê û bi dengê xwe wê qada şahiyê geş bikin.