Li Helebceyê pîrozbahiya 8'ê Adarê 2024-03-08 14:55:37     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Helebceyê bi boneya 8’ê Adarê, ji ber karên wan xelat li ser jinan hate belavkirin. Jinên xwedî kar gotin; “Çalakiyên bi vî awayî piştgiriyek xurt didin karên jinan.”   Qeymeqamtiya Helebceyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, xelata rêzdariyê radestî 5 jinên xwedî karên xwe yên serbixwe kir.   Qeymeqama Helebceyê Nuxşe Nasîh derbarê mijarê de ji ajansa mere got; “Roja 8’ê Adarê li hemû jinên Kurdistan û Helebceyê pîroz dikim, me xwest îsal em xelatê bidin 5 jinên li Helebceyê ku xwedî karên xwe yên serbixwene. Di dema pêşde jî bi rêya rêxistin û hikumetê divê hîn zêdetir alîkarî ji bo jinan were kirin, ji ber ku aboriya serbixwe ya jinan girînge.”   Jîlya Aso ku yek ji wan jinên xelat standiye axivî û got; “Ez 8’ê Adarê li hemû jinên Kurdistanê pîroz dikim, ez bi vê xelatê gelek kêfxweşim, hêvîdarim piştgiriya ji bo jinan dewam bike. Ez xwediyê dukana şîrînahiyême, 3 jin kar dikin û em dikarin hîn zêdetir karê xwe pêşbixin.”