Weqfa Hevgirtina Jinan: Bijî têkoşîna me 2024-03-08 14:48:27     NAVENDA NÛEÇEYAN - KADAV'ê di daxuyaniya xwe ya 8'ê Adarê de diyar kir wek her sal îsal jî serhildan û hêrsa jinan li kolan û qadan deng vedide û wiha got: "Li dijî qirkirin, ekoqirkirin û qirkirina zayendê bijî hevgirtin û têkoşîna me.”   Weqfa Hevgirtina Jinan (KADAV), bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya ku hate balkişandin di çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ku wek her sal belavî hefteyek bûn de, serhildan û hêrsa jinan ji kolan û qadan deng veda û wiha hate gotin: "Li salonan, ji bo wekhevî û azadiyan rê û rêbaz tên nîqaşkirin.”   'Em li dijî ekoqirkirin û zayendqirkirinê hêrsa xwe qîrdikin’   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em îsal ji kijan destpêbikin wê kêm bimîne; em şahidê qirkirina zayendî ku li Filistînê rastî qirkirin, li Îliç û gelek deverên din ên welat qirkirina eko ya siyanûr tên û her roj herî kêm 3 an jî 8 caran bi nûçeyên cînayetên jinan hişyar bidin.  Em hejmartina jinên ku xeyalên wan, çîrokên wan, zarok an jî dayîk û bavên wan hene, tenê ji ber ku jin in hatine qetilkirin bêzar bûn, lê em tu caran ev jî qîrînê bernadin.   'Em tu caran dest ji berxwedanê bernadin'   Di daxuyaniyê de behsa jinên mexdûrên erdhejê û neçarî koçberiyê tên kirin jî hate kirin û wiha hate gotin: “Em behsa mirovên ku ev salek zêdetire di germa havînê û sermaya zivistanê de zêdetirî salekê di kon, konteyniran de bêav, bêtenduristî û di nav heriyê de dijîn, dikin. Em jinên ku di şert û mercên zehmet û hawîrdorên ne ewle de jiyana xwe ji nû ve ava dikin û barê lênêrînê hildigirin ser milên xwe silav dikin û heta ku ji destê me tê em bi wan re di nava piştgiriyê de ne. Her wiha em dev ji mafên xwe yên medenî yên wek zewac, mîras, paşnav û hevberdanê bernadin û qanûna medenî ya ku di zewacê de hemwelatîbûna wekhev û wekheviyê di navbera hevjinan de misoger dike, diparêzin.”   ‘Em ê saziyên xwe ji destê qeyûman bigrin’   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew ê wek jin bi hunera xwe ya dîrokî û bi zanebûna xwe ya hevgirtinê dest ji têkoşîna xwe ya li dijî hemû zextan, newekhevî, propagandayên li dijî jinê, tayînkirina qeyûman û girtina saziyên jinan bernedin û saziyên xwe ji destê qeyûman paşde bigrin.   Di dawiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ew ê jinên di dîroka 8'ê Adara 1857'an de ji bo şert û mercên xebatê yên mirovane û mûçeyên baştir li ber xwe dan û bi saxî hatin şewitandin ji bir nekin.