Li Rojavayê Kurdistanê qad bi rengên jinan xemilîn 2024-03-08 14:46:00     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, platforma çalakiyên hevbeş yên tevger û rêxistinên jinan li navçeya Tirbespiyê, bi şahiyek 8’ Adarê bi dirûşmeya “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkirî û tecrîdê têk bibin” pîroz kirin. Li Hesekê jinan bi peyama berxwedanê 8’ê Adarê pîrozkirin. Her wiha li Şehbayê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin.    Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, platforma çalakiyên hevbeş yên tevger û rêxistinên jinan, li gundê Dirêcîkê yê girêdayî navçeya Tirbespiyê ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şahiya 8’ Adarê bi dirûşmeya “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkirî û tecrîdê têk bibin” pîroz kirin.   Şahî bi amadebûna hezaran jin, Rêveberiya Xweser, rêxistin, tevgerên ji hemû pêkhate û herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê,  û saziyên çand û hunerê hat pîrozkirin.   ’8’ê Adarê roja berxwedan û têkoşînê ye’   Axaftina destpêkê ji aliyê Berdevka Kongra Star, Rîhan Loqo hat kirin û bal kişand êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha 8 ‘ê Adarê li hemû jinên cîhanê û jinên berxwedêr pîroz kir û got: ”Îro roja berxwedan û têkoşînê ye, di şexsê fermandara mezin Sakîne Cansiz û hemû Şehîdên me di riya azadiyê de bi bîr tînin. Weke tê zanîn ku Rêber Apo ev 25 sal in tecrîda girankirî li ser tê meşandin, tê xwestin ku Rêber Apo û felsefeya jin jiyan azadî ji hev qut bikin. Planên şerê taybet ji çar aliyan ve dixwazin li ser me ferz bikin, ji bo wê jî em dibînin ku li tevahê Kurdistanê û Rojhilata Navîn êrîşên mezin li ser jinan tê meşandin. Rêber Apo mizgînî da ku sedsala 21’an sedsala azadiya jinê ye, wê gelek serhildanê jinan li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bê meşandin. Ji bo wê jî berxwedan û têkoşîneke mezin jin dide meşandin. Şoreşa Rojava bi pêşengtiya jinan mezin bû û em weke jin em ê  hertim têkoşînê bikin û di bin dirûşmeya jin jiyan azadî de berxwedan û têkoşînê bidin meşandin. 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz be.”   Di berdevamiya şahiyê de gelek komên stranan yên Sitêra zêrîn, her wiha Koma Zeyneb Cûdî , Koma dayikan yên stranên folklorî, Hunermend Nisrîn Botan, Koma Sakîne, Koma El-fetariya , Hunermend Necla û Koma kovendê ya Koçerata stran û govendên xwe pêşkeş kirin.   Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.    Li Hesekê jinan bi peyama berxwedanê 8’ê Adarê pîrozkirin   Îro jinên Kurd, Ereb, Aşûr, Ermen û Suryan li Bendava Hesekê bi peyama berxwedanê dest bi pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kirin.   Piştî 14'e rojan ji xebatên dewlemend ji pêşwazîkirina 8'ê Adarê re, îro jinan zend û bendên xwe badan, cil û bergên xwe yê netewî li xwe kirin û ji navçeyên Dirbêsiyê, Zirgan, Til Temir û Hesekê li gel bajarokên wê bi Kurd, Ereb, Aşûr, Ermen û Suryan bere xwe dan qada pîrozbahiyê ku li bendava bajarê Hesekê dikeve.   Qad bi alên Kongra Star û Rêveberiya Xweser hatibû xemilandin, her wiha pîrozbahî di bin diruşmeya "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" dest pê kir.   Giştî sazî û dezgehên jinan ên Rêveberiya Xweser yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, amade bûn. Her wiha qad ji hêla jinên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dihat parastin. Rûkeniya jinan û hebûna mêran ligel zarok û ciwanan coşa 8'ê Adarê bi watetir dikir.   'Em ê bi 8’ê Adara 2024’an ber bi xurtkirina peymana jinên Kurdistanê biçin'   Bernameya 8'ê Adarê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah axivî û wiha got: Ji bo ku jin azad bijîn, Rêber Abdullah Ocalan xwedî projeya sedsalê ye, sedsala ku em dijîn de wê bibe sedsala azadiya jinan. Em xwediyê wê dîrok û mîrasê ne ku di oxira wê de bi hezaran jin canê xwe feda kirin e. Şoreşa Rojava berdewamiya mîrasê dîrokî ê têkoşîna jinan e. Îro şoreşa me cîhan bandor kir û bû hêzek ji tevahî jinên cîhanê re. Ji ber wê jî îro destkeftiyên şoreşa jinan dibe hedef û armancên hêzên desthilatdar û faşîst ku dixwazin rê li ber têkoşîna azadiya jinan bigrin. Ji bo ku em bikaribin ala şoreşa xwe bilind bikin, desteftiyên heyî bikin malên giştî rêxistin û tevgerên jinan pêwîste ku em rêxistina xwe ligel tîfaqa xwe jinan xurt bikin. Di serî de divê ku em tîfaqa jinên Kurdistanê ligel tevahî rêxistin û tevgerên jinan li Rojhilata Navîn û giştî cîhanê xurt bikin. Em vê sedsalê divê ku bikin sedsala peyamana jinan. Em bi 8’ê Adarê ber bi hevgirtina jinan ve biçin.   ‘Heta dawî dê têkoşîna me dewam bike’   Her wiha bi zimanê Erebî jî Berdevka Encumena jin a Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliya El-Kicwan jî axivî: Ev çend sal in gelê me yê aştîxwaz bi êrîş û qetilkirinê li erdîngariya Sûriyê rûbirû dimînin. Di nav krîza ku Sûriyê têre derbas dibe, derfet bû ku hêzên herêmî û navneteweyî di serî de dewleta Tirk destwerdanê bike û siyasetên xwe yê dagirkirinê pêk bîne û xaka Sûriyê parçe bike. Sûriyê bû navenda şerê cîhanê ê sêyemîn ku di bingehê xwe de şikandina îradeya jinan armanc dike. Herwiha armancê têkbirina şoreşa jinê bi gelek rê û rêbazan hatiye kirin. Hedefgirtina siyasetmedarên jin û fermandarên ku li dijî hêzên terorê şer kirin û fikrê Netewa Demokratîk belav kirin, mînaka herî mezin a armanca şerê cîhanê ê sêyemîn e. Ji lewra heta dawî dê têkoşîna me dewam bike.    Piştre Koma Şehîd Delîla ji Amûdê, Koma Govendê a Şehîd Sosin Bîrhat ji Til Temirê bi dîlanên ku ji herêma Wanê a Bakurê Kurdistanê amadekiribûn derketin ser dikê.   Herwiha hûnermenda Kurd Hojîn Hêriz, hûnermenda Ermen Sêrlîn ligel Sîdar û Peyman bi stranên ku berxwedaniya jinan çand û dîroka wê tîne ziman gotin.   Li Şehbayê şahiya 8’ê Adarê: Qad bi rengê jinan xemilî   Şahiya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li kantona Şehbayê bi rengê jinan bi şahiyekê hat pîrozkirin.   Di bin dirûşma "Bi îradeya jinên azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî, tecrîdê têk bibin" Kongreya Star Efrîn-Şehbayê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê şahî li kantona Şehbayê li dar xist. Di destpêkê de bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan Efrîn-Şehbayê meşek ji qada şahiyê ya gundê Elewşe ê navçeya Ehdasa kantoan Şehbayê hat lidarxsitin. Di qada şahiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên jin û alên Kongra Star hatin daliqandin.   ‘Em ê bi vîna jinên azad û qehreman dawî li tecrîdê bînin’   Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Efrîn-Şehbayê Şaziye Îbrahîm ve axaftin hat kirin. Şaziye Îbrahîm di axaftina xwe de 8'ê Adarê pîroz kir û got: "Em Roja Jinên Kedkar A Cîhanê li Rêber Apo û tevahî jinên cîhanê Yên têkoşer pîroz dikin. Bi saya fikr û ramanên Rêber Apo îro jin li qadên azadiyê bi rengên xwe 8'ê Adarê pîroz dikin. Ji Şehbayê heya Îmraliyê em soza nûjenkirina xeta berxwedanê li dijî siyasetên qirkirinê, didin ku em ê bi vîna jinên azad û qehreman dawî li tecrîdê bînin û Rêber Apo bi fizîkî azad bikin û bi hev re di Kurdistana azad de 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz bikin."   Komên muzîkê bi stranên xwe coşa rojê mezin kirin   Piştre ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn Efrîn-Şehbayê ve bi beşdariya komên hunerî û çandî şahî hat pîrozkirin. Koma Şehîd Hêva û koma Şehîd Berçem ên stranan a Tevgera Hîlala Zêrîn stran gotin. Her wiha koma Şehîd Ronahî ya Çand û Hunera Efrîn-Şehbayê û Koma Şehîd Viyan Soran ên govendê ya Tevgera Hîlala Zêrîn derketin ser dikê. Li kêleka wê hunermend Yesmîn Koşan ji bajarê Helebê û hunermend Fatimê Bîlal a Tevgera Hîlala Zêrîn Efrîn-Şehbayê derbasî şahiyê bûn û stranên xwe gotin. Di heman demê de Koma Şehîd Bêrîvan a Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava bi stranên xwe xemla xwe dan şahiyê.   Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.   Di çalakiya li Helebê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê   Di çalakiya 8’ê Adarê ya li Helebê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê hat kirin.   Çalakiya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" li Qada Newrozê ya li herêma Şiqêf a taxa Şêxmeqsûd a Helebê dewam dike. Di çalakiya bi sedan kes, nûnerên Partiya Gel, Partiya Neteweyî ya Civakî ya Sûriyeyê û gelek partiyên din amade ne.    Di çalakiyê de endama Koordînasyona Kongra Star Fehîma Hemo axivî û got têkoşîna jinên Kurd û jinên Rojhilata Navîn bi saya “rêberê neteweyî yê hevreyê jinên azad Abdullah Ocalan” bi pêş dikeve.   Fehîma Hemo anî ziman ku bi rihê pêşengên mîna Sakîne, Bişeng, Sosin û Rojbîn Ereb dê meşa azadiyê ya jinan dewam bike.   Ji fermandarên YPJ’ê Ekîn Tolhildan diyar kir ku ku 8’ê Adarê roja têkoşîna li hemberî tevahî cureyên pergalên baviksalar e.   Ekîn Tolhildan îşaret pê kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan û avakirina civakeke demokratîk tê dikoşe û ji bo azadiya wî ya fîzîkî banga xurtkirina têkoşînê kir.   Di dewama çalakiyê de berdevka Meclisa Jinana a Sûriyeyê şaxê Helebê Heyfa Hesen destnîşan kir ku jinên sûriyeyî ji ber şerê domdar gelek êş dîtine. Heyfa ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirrengî ya nenavendî banga xurtkirina têkoşînê kir.   Berpirsa Navenda Ragihandinê ya Partiya Gel Necla Farûq jî diyar kir ku 8’ê Adarê têkoşîna jinên kedkar rave dike û ev roj li dayikên şehîdan pîroz kir.   Pîrozbahî bi stran û govendan ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan û Navenda Cemîl Horo ve dewam kir.    Kobanê   Bi hezaran jinên kantona Firatê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi şahiyeke girseyî pîroz kirin û soza misogerkirina azadiya xwe dan.   Bi dirûşma “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” îro bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rêxistina Kongreya Star li gelek deran pîrozbahiyan li dar xist. Bi hezaran jinan bi cil û bergên xwe yên gelêrî û hilgirtina wêneyên jinên têkoşer, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsên “Jin, jiyan, azadî” hilgirtin. Jin di destpêkê de li Taxa Nû ya Kobanê kom bûn û bi meşê berê xwe dan qada şahiyê ku pîrozbahiyê ya li Daristana Kobanê.   Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser 8’ê Adarê pêşkêş kiribû, hat nîşandan.   ‘Bi helwest û hestên jinan em li qada pîrozbahiya 8’ê Adarê ne’   Paşê berdevka koordînasyona Kongra Star Zozan Bekir axivî û got: “Em ê 8’ê Adara 2024’an bi bîrdoziya Rêber Apo, bi felsefeya jin, jiyan, azadî, bi têkoşîna jinên li çiyayan û bi berxwedana jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bikin sala gerdûnîkirina têkoşîna hevpar a jinan a li dijî pergalên serdest, paşverû desthilatdar ku hewl didin jinan bê vîn, hebûn, nasname, raman û hêz bikin. Me gelek hezaran caran ji bo planên van pergalan gotiye na, lewre em îro careke din jî dibêjin na ji koletî, dagirkerî, tundî, qetilkirina jinan, bindestî û zordariyê re. Bi helwest û hestên jinan em îro li qada 8’ê Adarê, em ê ala jin, jiyan, azadî bilind bikin, doza jinan mezintir bikin û azadiyê jî misoger bikin. Bi jinên azad re dê malbat, civak, şaristanî û derdûn jî azad bibe. Ji bo vê jî em di têkoşîna xwe de bi îsrar in em ê gotinên xwe bînin cih.”   ‘Ji her demê zêdetir derfet di destên jinan de hene’   Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî jî axivî û destnîşan kir kir ku ji her demê zêdetir derfet di destên jinan de hene ku rizgariyê bi dest bixin lewre divê vê derfetê baş bi kar bînin.   Di şahiyê de bênavber dirûşmên “jin, jiyan, azadî” û “bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin.   Piştî axaftinan, bernameya hunerî bi Koma Peymangeha Vejîn a muzîkê, Koma şehîd Mizgîn a bajarê Şehbayê, Koma şehîd Barîn a Hîlala Zêrîn a muzikê, şano, hunermend Evîn Berewad, Koma govendê ya dayikan û hunermend Ehlam domiya.   Jinan li ber awazên hunermendan bênavber govend gerandin û dirûşm berz kirin. Şahî bi gerandina govendê û tilîliyan bi dawî bû.