Qoser bi dirûşma 'Jinan azadî' bi girseyî li qadê bû 2024-03-08 14:40:48     MÊRDÎN - Li Qoserê jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî herikîn qadê û mîtînga 8'ê Adarê li dar xistin   Yek ji mîtîngên fînalê yên 8'ê Adarê Roja Jinan a  Cîhanê li Qoserê hat lidarxistin. Jinan rengên xwe li xwe kirin û hatin mîtînga ku li qada Otogarê ya Qoserê bi dirûşma "Dem DEM'a Azadiya Jinêye" tê lidarxistin. Di mîtîngê de parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, Bêrîtan Guneş axivîn. Di mîtîngê de hunermend Hediye Kalkan, Koma Ribabê û Koma Govenê cih girtin.   Jinan gelek caran bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Li qadê pankartên "Jiyana min her tim şer bû", "Xweparastin maf e", "Em li her derê ne, em ê desthilatdariya mêr têk bibin" hatin hilgirtin.   'Ji Rojava heta Bashûr silav ji zindanan re'   Li ser navê dayikên 103 rojin di Nobeda Edaletê de ne Dayika Perîhan Altun axivî û got, "8'ê Adarê ji Rojava heta Rojhilat, ji Bakur heta Bashûr û li girtîgehan pîroz dikim. Ez silavên xwe ji her kesî ku ev roj diyarî jinan kir û rê li ber jinan vekir, dişînim. Rojeke girîng e, dest ji vê roja ku bi xwîn û bedelên mezin me bi dest xistiye bernedin. Roja me biparêze, ev roja jinan e, roja dayikên ku bedelên ku bedelên mezin dane ye. Werin em xwedî li edalet û aştiyê derkevin. Em ê tu carî dest ji daxwaza aştiyê bernedin. Heta ku dayik û jin nefesê bigirin em ê ji bo edaletê nobedê bigirin, em ê li ser rêya xwe bin, em ê ji rêya kesên ku ev roj dane me venegerin."   'Tu kes nikare Kurdan biqedîne'   Perîhan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ez bang li kesên ku dibêjin em ê Kurdan biqedînin dikim, kes nikare Kurdan biqedîne. Zarokên me ji bo edalet û aştiyê şehîd dibin. Bi ziman û çanda xwe mezin dibin, xwedî li vê derkevin. Li pêşiya me hilbijartinek heye û em ê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin, em ê bajarê xwe ji destên zilmê derxin. Em kurd in, em serî radikin. Em birûmet û durust in, em namûsa xwe nafiroşin, riya xwe nafiroşin. Jin aştiyê dixwazin, şer naxwazin. Heta aştî pêk bê em ê bibin dengê girtîgehan, deriyên girtîgehan bişkînin û zarokên xwe azad bikin. Ger em destên xwe bidin hev em dikarin vê zilmê ji holê rakin û aştî û edaletê pêk bînin.”   'Em silavên xwe ji Ocalan re dişînin'   Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin axivî û bi bîr xist ku îro li her derê cîhanê jin li ber xwe didin. Perîtanê diyar kir ku dixwazin di şexsê Nagihan Akarsel, Arîn Mîrqan, Jina Emînî û hemû jinan de felsefeya “Jin jiyan azadî” bi bîr bînin û got, “Ji vir şûnde em silavên xwe ji Birêz Abdullah Ocalan re dişînin. Jinên Kurd tecrîdê qebûl nakin, jinên Kurd tecrîda li ser ziman û jiyana xwe qebûl nakin. Yên ku pirsgirêka Kurd a 100 salî, pirsgirêka qetilkirina jinan û pirsgirêka tecrîdê çareser nekin, nikarin tu pirsgirêkan çareser bikin. Navnîşana çareseriyê diyar e. Girtiyên azadiyê ji bo çareseriyê 100 roj in di greva birçîbûnê de ne. Yên dixwazin pirsgirêkê çareser bikin bila guh bidin dengê girtiyan. Bila guh bidin dengê jinên kurd, wê demê dê bibînin ka pirsgirêka kurd çawa tê çareserkirin. Deriyê Îmraliyê vekin û aştiyê pêk bînin."   'Çareserî Îmrali ye'    Parlamentera Mêrdînê Salîha Aydenîz ku piştre mafê axaftinê girt, diyar kir ku yên nekarîn bi êrîş û kuştinan Kurdan tune bikin îro bi polîtîkayên şerê taybet hewl didin Kurdan tine bikin.  Salîha wiha berdewam kir: “Gelê Kurd bi berxwedan û têkoşîna xwe hemû polîtîkayên we pûç kir. Jinên Kurd hemû plan têk birin. Çareseriya li hemberî van hemû qeyranan, li dijî hemû polîtîkayên şerê taybet, li dijî krîza aborî, felsefeya Birêz Ocalan e. Tecrîd ne çareserî ye. Şer ne çareserî ye. Çareserî vekirina deriyê Îmraliyê ye.”   Mîtîng bi dirûşim û bi govendê bi dawî bû.