Ji Leyla Guven nameya 8'ê Adarê 2024-03-08 14:35:56     RIHA - Di mîtinga 8'ê Adarê ya Wêranşarê de nameya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat xwendin. Di nameyê de hat gotin em cesareta xwe û hezkirina xwe ji Derwêş û Edûlê digirin.    Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê bi munasebeta 8'ê Adarê mîting hat lidarxistin.  Di mîtinga 8'ê Adarê ya Wêranşarê de nameya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat xwendin. Di nameyê de hat gotin em cesareta xwe û hezkirina xwe ji Derwêş û Edûlê digirin.    Her wiha Leylayê hemû jin bi coşa 8'ê Adarê silav kir û got ew ê bi dirûşma Jin jiyan azadî 8'ê Adarê pêşwazî bikin.    Li buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Wêranşara Rihayê mîtin hat lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dilan Kunt Ayan, parlamentera HDP'ê ya berê Ayşe Surucu, Namzeta hevşaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer û namzeta Hevşaredariya Wêranşarê Bedriye Yorgun û Dayikên Aştiyê û gelek kes tevli mitingê bûn.     Jin bi kincên xwe yên kurdî tevli mitingê bûn. Dowizên wêneyên jinan ên Sakine Cansız, Nagihan Akarsel, Deniz Poyraz, Îpek Er li ser bûn hatin hilgirtin. Her wiha alên TJA'yê hatin hilgirtin.    Di mitingê de dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bîjî berxedana zindanan”, “Şehid namirin” hatin berzkirin.    'Em ê tecrîdê têk bibin'   Hevşaredariya Wêranşarê Bedriye Yorgun da zanîn îro roja serhildana jinan e û got:"Em ê tecrîdê têk bibin. "   Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dilan Kunt Ayan jî diyar kir ew silavên xwe ji jinên li Kurdistanê serî hildidin dişînin û got ew ê deriyê Wêranşarê ji jinan re vekin.   Namzetên hevşaredariyên yên Riha û navçeyên wê û Dayikên Aştiyê li ser dikê silavên xwe ji jinan re şandin.    Hunermend Evin Sindir derket ser dikê û bi gerandina govendê miting bi dawî bû.