Li Îdirê pîrozbahiya 8’ê Adarê ya bi coş 2024-03-08 13:48:58     ÎDIR - Li Îdirê bi minasebeta 8’ê Adarê bi coşek mezin meş û şahî hat lidarxistin.   Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Îdirê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kirin. Jin li buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ya li Taxa Sogûtlûyê hatin cem hev. Jinên ku hatin buroyê cil û bergên herêmî yên kesk, sor û zer û cilên herêmî bi heman rengî li xwe kirin. Jinan li vir demeke dirêj bi erbane, def û zurne re govend gerandin. Gelek jin û Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.   Jin ji vir heta buroya hilbijartinê ya Zagrosê ya ji Kolana Cumhuriyetê meşiyan. Jinan di meşê de pankarta “Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve” vekirin. Di meşê de jinan gelek pankart û wêneyên jinên rastî tundiyê hatin û ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin hilgirtin. “Jinan dovîzên “Dem Dema Jinê ye” û “Ji jinên girtî re azadî” bilind kirin. Di meşê de jinan gelek caran dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî Berxwedana Jinan”, “Bijî Berxwedana Zindan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin. Di meşê de jin û mêrên li kolanan bi çepik û nîşaneyên serkeftinê piştgirî dan meşa jinan. Jin piştî li ber buroya hilbijartinê ya Zagrosê govend gerandin û derbasî buroyê bûn.   ‘Herî zêde jin li berxwe didin’   Di berdewamiya pîrozbahiyê de jinan ji bo kesên di têkoşîna edalet û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz girtin. Piştî rêzgirtinê jinan dirûşmeya “Şehît Namirin” berz kirin. Hevseroka Rêxistina Îdirê ya DEM Partiyê Bahar Ertecî li vir axivî û bal kişand ser dîroka 8’ê Adarê û got ku li Rojhilata Navîn herî zêde jinên kurd li berxwe didin.   Ji girtîgehan re slav şand   Piştre namzeta Hevşaredara Îdirê Nejla Kum mafê axaftinê girt û ji beşdarên 8’ê Adarê û jinên girtî silav kir. Nejla diyar kir ku jin tên paşguhkirin, lê jin bi berxwedanê heye.   ‘Jin bi têkoşînê bedewe’   Hevşaredara Îdirê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Eylem Çelîk jî bertek nîşanî qeyûman da. Eylemê got ku qeyûm li dijî paradîgmaya ku ew diparêzin hatiye tayînkirin. Eylemê anî ziman ku jin, ekolojî û hemû civak ji ber vê rewşê zerar dibînin. Eylemê bal kişand ser Gulten Kişanak a namzeta Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê jî û got, “Têkoşîn bi jinan xweş e, jin bi têkoşînê xweş e.”   ‘Ala wan erdê namîne’   Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ku mafê axaftinê girt û bal kişand ser girîngî û dîroka 8’ê Adarê. Gulcan, destnîşanî têkoşîna jinên kurd kir û wiha domand: “Ev meşaleya ku hate pêxistin bû gola berfê û îro gihişt vê derê.” Gulcan, siyasetmedarên li girtîgehê bi bîr xist û got, “Ala wan tu carî li erdê namîne. Heta ku li van xakan azadî, edalet û wekhevî geş bibe.” Gulcan, diyar kir ku jinên ji çar aliyê cîhanê têdikoşin û yên ku li Rojhilata Navîn vê bareyê bilind dikin, jinên kurd in û bal kişand ser çalakiyên jinan ên li Îranê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” tên lidarxistin.     Bal kişand ser tecrîdê   Gulcan bal kişand tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku ev tecrîd hem li girtîgehan, hem jî li hemû Tirkiye û Kurdistanê belav bûye. Gulcan destnîşan kir ku pirsgirêk û dubendiyên aborî, siyasî û civakî jî berhema vê tecrîdê ne. Gulcan bal kişand ser çalakiya greva birçûbûnê ya ku ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK”ê hatiye destpêkirin û di roja 103'yan de ye. Gulcan got, “Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û ev tecrîd bi dawî bibe. Em careke din dibêjin ku divê pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên demokratîk bê çareserkirin.”   Piştî axaftina Gulcan jinan li çepikan dan, govend gerandin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin.   Piştî axaftinan hunermend Şîlan Dora derket ser dikê. Jinan li ber stranên Şîlan govend gerandin.