Di Nobeta Edaletê de 8'ê Adarê hat pîrozkirin 2024-03-08 13:14:45     STENBOL - Nobeta Edaletê ya li Stenbolê di roja 89'an de dewam dike. Welatiyên çûn serdana nobetê kulîlk dan dayikan û bi dirûşma "Jin jiyan azadî" 8'ê Adarê pîroz kirin.    Nobeta Edaletê ya li Stenbolê bi pêşengiya MATUHAY-DER'ê dest pê kiribû di roja 89'an de li avahiya navçeya Sultanbeyli ya DEM Partiyê ya Stenbolê dewam kir. Li ewyana çalakiyê pankartên "Ji bo avakirina jiyaneke azad em tecrîdê têk bibin û bibin dengê zindanan" û "Ji bo edaletê em tecrîdê têk bibin û ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan" hatin daliqandin.    Dirûşm her hatin berzkirin   Çalakvan di saetên sibehê de bi berdilkên xwe yên li ser nivîsên "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatibûn nivîsandin dest bi nobetê kirin. Di çalakiya bi coşa 8'ê Adarê dewam kir de dirûşmên “Bijî berxwedana zindana”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.    Bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' 8'ê Adarê pîroz kirin   Namzetên hevşaredariya DEM Partiyê yên navçeya Kadikoy û Umraniyê jî di nav de gelek welatî hatin serdana nobetê. her wiha rêveberên ANYAKAYDER'ê û gelek jin tevli çalakiyê bûn. Di çalakiyê de welatiyan kulîlk dan dayikan û 8'ê Adarê hat pîrozkirin. Li vir dirûşmên "Jin jiyan azadî" bilind bûn.