Li herderê coşa 8'ê Adarê 2024-03-08 12:05:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên a Cîhanê li gelek bajaran jin li qadan li hev kom dibin.   Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jin bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li Amed, Êlih, Wan, Qoser û gelek bajarên din hatin cem hev.   Jinên ku qad bi cil û bergên xwe yên neteweyî xemilandin, li her derê dengê xwe bilind dikin.