Namzeta DEM Partiyê: Adar wê bibe mizgîniya aştiyê 2024-03-08 09:06:05       Rozerîn Gultekîn   AMED - Namzeta hevşaredariyê ya Pîranê ya DEM Partiyê Aysel Baran hilweşîna şaredariya AKP’î li Pîranê afirandiye vegot: “Em ê bi awayekî rêxistinkirî têkoşîna xwe bidin. Em ê bi rêjeya dengekî cidî şaredariyê bigirin û wê Adar bibe mizginiya aştiyê.”   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tax bi tax kolan bi kolan xebatên xwe dimeşîne.Li Pîran a Amedê jî  xebat bê navber tên meşandin. Namzeta hevşaredariya Pîranê Aysel Baran rewşa navçeyê û projeyên xwe ji ajansa me re vegot.   Mamostetiya Kurdî kir   Ayselê di 2014’an de du salan li KURDÎ-DER’ê perwerda Kurdî girt û got dema hatiye asta mamostetiyê qeyûm hatine û got: “Li ber çavên me hemû kompîtur û pirtûkên me avêtin derve. Ez li dijî vê gelek hêrs bibûm. Li dijî vê min di vê saziyê de cih girt. MED-DER hat vekirin. Ez bûm namzeta wê. Piştre bûm mamosteya Kurdî.”   ‘Em ê bi rêjeyek cidî deng bigirin’   Aysel di 2019’an de bû endama meclîsa şaredariya Pîranê. Aysel hem di xebatên giştî hem yên jinan de cih girt. Ayselê wiha got: “Bi tayînkirina qeyûman re li dijî êrîşan  min di rêveberiyên herêmî de cih girt. Gelê Pîranê rêxistinkiriye. 4 taxên navçeyê hene. 26 hezar hilbijêrên wê hene. 2 hezar ciwan yekem car denga xwe bikar tînin. Em ê bi rêjeyek cidî dengan bigirin.”   Pirsgisrêkên Pîranê   Ayselê daxuyakirin ku li Pîranê polîtîkayên şerê taybet pêk tên û wiha pê de çû: “Bi taybet ciwan hedef tên girtin. Fuhuş, tiryak, êrîşên li hember jinan, tundiya li ser jinan zêde bûye. Pirsgirêkên herî mezin ev in. Koçberî heye, întîxar hene. Me di 2019’an de xebat meşand. Ji wê salê heta niha 25 ciwanî întîxar kiriye. Sedema vê jî krîza aboriye. Yek ji pirsgirêka din jî qeyûmin. Pîran îradeya xwe dixwazin. Qeyûman naxwazin.”   ‘Emniyet li şaredariyê digere’   Ayselê wiha dirêjî daye: “Qeyûman heta îro tu xizmet ji gel re nekiriye. Tenê niha ji ber hilbijartinan rê çêdikin. Ji bo şexsê xwe çêdike. Ji bo vê hemû derfetên şaredariyê bikar tîne.Vê bi îhaleyan dikin û pereyan wisa dibin. Xebata wan ya din jî ji qeymeqamtiyê re çêkirina lojman ne. Ji Qeymeqam re pir jestan dike.Heta êvarê emniyet li şaredariyê digere.”   ‘Em ê têkoşîna xwe bimeşînin’   Ayselê bi lêv kir ku zîhniyeta qeyûm li her derê ye û li Pîranê jî heman pêkanîn hene û got: “Ewil tabelayên Kurdî daxistin. Li Pîranê xweza tê talankirin. Daristan tên şewitandin.  Em ê li dijî vê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber betaliyê ciwan koç dikin. Xeyalên ciwanan nemaye. Ciwan tevî  zanîngehan dixwazin betal dimînin. Ciwan DEM Partiyê mînak digirin, bi DEM Partiyê ewle dibînin. Dibêjin ‘DEM Partî me temsîl dike.’”   ‘Şaredarî yên gel in’    Ayselê diyar kir ku di çarçoveya xebatan de gund bi gund mal bi mal digerin û wiha dirêjî daye: “Em bi kelecan tên pêşwazîkirin. Ev ji me re dibe moral. Em dixwazin şaredariyan bi gel re bi rêve bibin. Şaredarî yên gel in.   Ji bo Pîranê proje   Ayselê behsa projeyan jî kir û wiha domand: “Li hember çand, ziman û hunera me êrîş hene. Ji bo me ya ewil bê kirin vekirina qursên zimanin. Em dixwazin gel bên zimanê xwe fêr bibin. Em ê mamosteyan bînin dersên Kurdî û Zazakî bidin. Em dixwazin muzîka Kurdî şanoya Kurdî bi gel re bînin gel hev. Der barê jin û ciwanan de projeyên me hene. Di mijara ciwanan de em ê bi hevkariya şaredariya bajarê mezin ji bo  ciwanên hişbirê bikartînin rehabîlîtasyonekê ve bikin. Emê navendên rehabîlîtasyonê vebikin. Em ê kuluba sporê ava bikin. Ji bo jinan em ê salona sporê vebikin. Pîran bi rez û darên bihîvan navdare. Di vî alî de em plan dikin ku ji bo jinan kooperatîfê ava bikin.”   ‘Adar wê bibe mizginiya serkeftinê’   Ayselê ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê bang kir û got: “Ciwan gelek bi kelecanin. Gel bi kelecan e. 31’ê Adarê li ser sindoqan cih girtin girîng e. Divê her kes xwdî li sindoqan derkeve. Adar wê bibe mizgniya serkeftinê. Em ê wê rojê bi gelê xwe re serkeftinê bînin”.