'Em ê bi feraseta şaredartiya gel tevbigerin' 2024-03-08 09:03:59       Dîlan Babat   ŞIRNEX - Namzeta hevşaredariyê ya Qilabanê Ferîde Ender da zanîn ku wê li Qilabanê guherînek mezin biafirînin û got wê bi feraseta şaredariyek azadîxwaz a gel û demokratîk tevbigerin.   Navçeya Qilaban a Şirnexê 56 kîlometre sînorê wê bi Iraqê re heye û li rojhilatê wê Çelê ya Colemêrgê li rojavayê wê Şirnex û Sîlopiyê, li Bakurê wê jî Elkê heye. Li Başurê wê jî Heftanîn heye. Her kesî Qilabanê ji 28’ê Kanûna 2021’ê de ji komkujiya Roboskê bihistiye.    Ji bo yek navnîşanê hezar û 406 hilbijêr hatin qeydkirin   Qilaban nêzî sînor û ji ber vê her tim di bin zextên desthilatdariyê de ye. 5 sale rêveberiya wê di destê AKP’ê de ye. Şaredariya AKP’î ku yek  xizmet ji gel re nekiriye, dixwaze dîsa li wir bi serkeve û hilbijêrên kaçax li wir bi cih dike.Navnîşana ku berê 4 hilbijêr lê hebûn niha hezar û 406 hilbijêr lê hene.   Namzeda Qilebanê ya DEM Partiyê Ferî de Ender ji me re derbarê kar û xebatên xwe de nirxandin kir.   Ferîde Ender kî ye   Ferîde Ender di 1977’an de li Qilabanê tê dinê.20 sale di partiyên siyasî de bi awayekî aktîf xebitiye. Encumeniya komîsyona taxê û meclîsê kiriye. Du deman hevserokatiya navçeyê kiriye. Ferîde ku bi salane li Qilabanê têkoşînê dide bi tecrubeyên xwe bû namzet.   Li navçeya ku çavkaniyên avê hene pirsgirêka avê heye   Ferîdeyê anî ziman ku li navçeyê tevî  ku li her çar alî wê çavkaniyên avê hene li navçeyê pirsgirêkek mezin a avê heye û  got: “Av naçe taxên jor. Yek ji mijara din a mezin ceyran e. Em ê hewl bidin vê pirsgirêkê çareser bikin. Jinên hepsê malê hatine kirin, nikarin biçin tu cihekî. Der barê jinan de xebatên me hene. hele ji bo dayikên bi zarok tu cihekî ku biçinê tuneye.”   Projeyên we yên ji bo Qilabanê çine?    Ferîdeyê da zanîn ku jinên navçeyê dixazin azadiya xwe ya aborî bidest bixin û got: “Di rewşa em şaredariyê qezenc bikin de em ê ji bo jinan qadên îstîhdamê ava bikin. Em ê atolyeyên tekstîlê ava bikin. Em ê koperatîfên jinan ava bikin. Em ê li her taxa xwe aktîf bikin. Li navçeya me gelek jin tundiyê dibînin. Bi guman jiyana xwe ji dest didin. Ji bo em pêşî li vê b igirin em ê saziyan vebikin, mafê jinan vebêjin, piştgiriyê bidin jinan. Em ê ji bo ciwanan jî derfetên kar biafirînin. Ciwanên me diçin metropolan. AKP xizmên xwe tenê digirin şaredariyan. Yên me jî ji derve dihêlin. Em ê vê pergala alîgirbûnê bişkînin. Em ê qada îstîhdamê biafirînin. Em ê derfetên xwendin û nivîsanê bidin xwendekarên nikarin bixwînin.”   Ferîdeyê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku li erdnîgariya dijîn bi destê desthilatdariyê qirkirina ekolojîk tê kirin û li dijî vê jî wê qadên şînahiyê zêde bikin. Ferîdeyê her wiha got wê jiyanek ekolojîk ava bikin û bi feraseta şaredariyeke azadixwaz a jinê, demokratîk û gel tevbigerin.