ROJEVA 8'Ê ADARA 2024'AN 2024-03-08 09:00:00     * Namzeta hevşaredariyê ya Qilabanê Ferîde Ender da zanîn ku wê li Qilabanê guherînek mezin biafirînin û got wê bi feraseta şaredariyek azadîxwaz a gel û demokratîk tevbigerin. DÎMEN HEYE   * Namzeta Hevşaredariya Bazîdê Aygul Aşan, diyar kir ku DEM Partî partiya jinê ye û got: "Em ê ji bo jinan eywana sporê vekin, ji bo derfetên kar em ê kooperatîfan pêş bixin û jinan teşwiqê çandiniyê bikin. Em di vê baweriyê de ne ku em ê di hilbijartinê de bi ser kevin." BI DÎMEN    *Namzeta hevşaredariyê ya Pîranê ya DEM Partiyê Aysel Baran hilweşîna şaredariya AKP’î li Pîranê afirandiye vegot: “Em ê bi awayekî rêxistinkirî têkoşîna xwe bidin. Em ê bi rêjeya dengekî cidî şaredariyê bigirin û wê Adar bibe mizginiya aştiyê.” DÎMEN HEYE   *Abdullah Ocalan ji bo vê dibêje ‘Faşîzma herî kevn herî êrişa, nêzîkatiya mêr a li hember jinê ye’. Ji ber vê jî di mijara zayendê de çareseriyên bi hişmendî afirandin gelek girîng e. Fikrên me çiqas pêş dikevin bila bikevin em xwe bi hestên xwe nas dikin. Em fikrên xwe bi hestên xwe dikin jiyanê. Di vê esasê de em biryara ku dixwazin çi çawa bijîn didin." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    *Hevşaredara berê ya Erdîşê Yildiz Çetîn ya HDP’î ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin û niha bi namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê Guler Temel re dixebite û diyar kirin ku wê bajar bi rengê jinê bi xemilînin. Guler jî destnîşan kir ku piştî hilbijartinên wê hemû destkeftiyên jinan, saziyên hatine girtin ji destê qeyûman bigirin. BI DÎMEN    *Parêzerên di Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li dijî tecrîdê cih digirin, diyar kirin ku tecrîd rêbazek îşkenceyê ye û ji bo tecrîd rabe wê xebatên polîtîk bimeşînin.