DEM Partiyê li Bayrakliyê buroya hilbijartinê vekir 2024-03-07 20:05:37   ÎZMÎR - DEM Partiyê li Bayrakli ya Îzmîrê buroya hilbijartinê vekir. Nameta Hevşaredariya Bajarê Mezina DEM Partiyê ya Îzmîrê Turkan Aslan Agaç di vekirina buroyê de axivî û da zanîn ku wê feraseta xw e li wir bikin jiyanê.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Bayrakliyê buroya hilbijartinê vekir. Nameta Hevşaredariya Bajarê Mezina DEM Partiyê ya Îzmîrê Turkan Aslan Agaç, namzeta hevşaredariya Bayrakli Pervîn Polat û Îsmet Akbulan, dayikê aştiyê, rêxistinên  DEM Partiyê yên Îzmîr û navçeyên wê û gelek kes tevli bûn.   Hevserokê DEM Partî ya Îzmîrê Mehmet Kuruş axaftina vekirinê kir û da zanîn ku wê bi înat bêjin ku ew ê xwe bi rêve bibin.   Hevşaredariya Bajarê Mezina DEM Partiyê ya Îzmîrê Turkan Aslan Agaç jî axivî û da zanîn ku hîmê demokraisyê li herêman tê avêtin û da zanîn ku ji salên 1970’ê xwedî çanda demokrasiya herêmî ne.Turkanê di dawiy axaftina xwe de bi lêv kir ku ji bo paradîgma xwe bikin jiyanê bûne namzet û  got wê feraseta xw e li wir bikin jiyanê.   Piştî axaftinan buro hat vekirin û govend hat gerandin.