Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8ˊê Adarê 2024-03-07 20:03:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Roja beriya 8ˊê Adarê çalakiyên jinan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşek mezin berdewam kirin û her wiha li herêmê gelek çalakî hatin lidarxistin û ji bo sibe amadekariya çalakiyên giştî tê kirin.   Çalakiyên 8`ê Adarê li herêmê didomînin. Di vê çarçoveyê de li gelek deveran çalakiyên cihêreng li dar ketin.   Çilaxa   Komîteya Jinan a Rêveberiya Dibistanan li navçeya Çilaxa li dibistana Şehîd Zagros Çilaxa çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de şano û helbest hatin pêşandan. He wiha endamên Kongra Star li parêzgeha Azadî ya li rojhilatê navçeyê, dar çandin.   Şaredariya Gel a kantona Reqayê jî Parka Jin vekir, piştî ku xebatên sererastkirina wê ji aliyê Daîreya Parkan a Şaredariya Gel a Reqayê bi dawî bûn.   Di merasîma vekirinê de, endamên şaredariyê, endamên Kombûna Jinan a Zenûbya, Melcisa Jinan a Sûriyeyê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hazir bûn.   Hesekê   Yekitiya Jinan a Suryan a Sûriyeyê bi dirûşma "Jina Suryan bingeha şaristaniyê ye" meşek li dar xist. Endamên yekitiyê bi cil û bergên suryan tevli meşê bûn ku ji pêşiya Akademiya Jina Ciwan a Beys Nehreyn a li taxa Kelase dest pê kir.   Meş li Qada Şehîdan a li taxa Nasra rawestî û veguherî mitingê. Di mitingê de, yekitiyê daxuyaniyek da û soz da ku destkeftiyan biparêzin û ji bo avakirina civakeke azad, democrat, wekhev ku rûmeta mirovahiyê misoger dike dê têkoşînê mezin bikin.    Til Temir   Li Til Temirê jî Rêveberiya Dibistanan çalakiyek ji xwendekar û mamosteyan re li dibistana amadehî ya Ednan El Milkî ya li taxa Şehîd Viyan li dar xist.