Desteya Rêveber a Şengalê bi boneya 8’ê Adarê serdana TAJÊ kir 2024-03-07 16:35:37     NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Rêveber a Şengalê ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê serdana TAJÊ kir.    Hevserok û cigîrên Desteya Rêveber a Şengalê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li Sinûnê serdana Navenda Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) kir.   Şandeya ji Hevserokên Desteya Rêveber Riham Hesen û Xwedêda Ilyas û cîgirê hevserokan Dexîl Îbrahîm pêkdihat, ji aliyê Berdevka Kordînasyona TAJÊ Riham Hico û endamên rêveberiyê ve bi cilên gelêrî û germî hate pêşwazîkirin.   Şande bi gulên sor û plaketeke ji ala TAJÊ hatiye çêkirin, serdana navenda TAJÊ kir.   Şandeya Desteya Rêveber di şexsê TAJÊ de 8’ê Adarê li tevahî jinên êzidî pîroz kir û plaketek ji ala TAJÊ hatiye çêkirin diyariyê TAJÊ hate kir. Plaket ji aliyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Ilyas ve hate dayîn û Xwedêda hêviya serkeftinê ji têkoşîna azadiyê ya jinên Êzidî re xwest. Berdevka TAJÊ Riham Hico, dema plaketê ji Xwedêda girt, spasî kir û got: “Ez spasiya we dikim. Berxwedana me berxwedaneke hevpare ji bo Şengaleke Xwesere. Heya Xweseriya Şengalê mîsoger nebe, emê jî weke Tevgera Jin, mil bi mil li her qadê têkoşînê bikin. Em 8’ê Adarê li we, li malbatên we û hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser pîroz dikin. Hun ser serê me hatin, serçavan hatin.”